Dikare pêşî li mirina bi mîlyonan kesî ya ji ber kanserê were girtin
Li gorî du raporên Komeleya Kanserê ya Amerîka (ACS) ên li kovara The Lancetê hatin weşandin, bi taybetî mirina jinan a ji ber kanserê zêde bûye.
Li gorî du raporên Komeleya Kanserê ya Amerîka (ACS) ên li kovara The Lancetê hatin weşandin, bi taybetî mirina jinan a ji ber kanserê zêde bûye.
Pêşniyar tê kirin, ku li welatên herî zêde mirov ji ber kanserê jiyana xwe ji dest didin, kêmasiyên teknîkî werin çareserkirin û bi vî rengî dikare pêşî li mirina mîlyonek kesî ya ji ber kanserê were girtin.
Di nava jinan de kansera ku herî zêde rê li ber mirinê vedike, kanser pêsîrê ye. Rîsk heye ku hejmara nexweşên bi vê kanseê dikevin, di 15 salan de bi du qatan zêde bibe. Hişyarî tê dayîn ku ev zêdebûn wê herî zêde li welatên bi pêş dikeve were dîtin.
WE KANSERÊN PÊSÎR, PIŞIK Û MALZEROKÊ ZÊDE BIBIN
Li gorî rapora ACS, di sala 2012'an de li gelemperiya cîhanê 8 mîlyon kesî ji ber kanserê jiyana xwe ji des dan. Ji van 3,5 mîlyon kes jin in.
Li gorî rapora din a ji aliyê The Lancet ve hae weşandin, di salên dawî de, salan li 1,7 mîlyon jinan teşhîsa kanera pêsîrê tê danîn. Hişyarî tê dayîn ku ev hejmar heta sala 2030'î biihêje 3,2 mîlyonî. Li gorî raporê, kanser li malzarokê wê ji sedî 25 zêde bibe û heta sala 2030'î û hişyarî tê dayîn, dibe ku e celebê kanserê 700 hezarî derbas bike.
Di rapora ACS de hat destnîşankirin, ku celebên kanserê hê jî berpirsyarê mirina ji sedî 14'an a jinan e. Di sala 2012'an de 522 hezar kes ji ber kansera pêsîrê, 491 hezar kes jî ji ber kansera pişikê jiyana xwe ji dest dane.
BI DERFETÊN TEKNÎKÎ Û XEBATÊN PÊŞÎGIR RE DIKARE JIYANA BI MÎLYONAN MIROVÎ WERIN RIZGARKIRIN
Di rapora ACS de hat ragihandin, bi saya teşxîsa zû ya kanserên pişik û malzarokê, dikare pêşî li mirina bi sed hezaran kesî were girtin û hat xwestin, giranî ji têkoşîna li dijî kişandina cixareyê bê dayîn.
Di rapora li ser heman mijarê ya li kovara The Lancet hate weşandin de, hat xwestin têkoşîna bi rêya derziyê li dijî Vîrûsa Hûman Papîlloma (HPV) li welatên xizan were belavkirin. Bi saya vê yekê wê salane pêşî li mirina 150 hezar jinên bi kansera malzarokê ketine were girtin.
Di her du raporan de hat gotin, 9 ji 10 nexweşên bi kansera malzarokê ketine, li Başûr û herêma Navîn a Amerîkayê, Başûrrojhilatê Asya û welatên rojhilatê Ewropayê tê dîtin. Wekî din rêjeya jinên ji kansera pêsîrê hatine derbaskirin, li Elmanya, Fransa û DYA ji sedî 80, lê li welatên Başûrê Afrîka û Hîndîstanê ji sedî 50 ye.
Ji sedî 60 ê bûyrên kanserê li welatên xizan tên dîtin û amûrên radyo terapî yên li van welatan bi sedî ji sedî 32 ye.