Di zincîra mirovan de deng ji bo Kobanê bilind bûn
Di zincîra mirovan de deng ji bo Kobanê bilind bûn
Di zincîra mirovan de deng ji bo Kobanê bilind bûn
Welatiyên ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ev 2 meh in li ser sînor nobeta berxwedanê digirin, bi avakirina zincîra mirovan dengê xwe li ser dengê Kobanê zêde dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê ji 15'ê Îlonê vir ve bênavber êrîşî Kobanê dikin û li hemberî vê êrîşê şervanên YPG/YPJ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Li aliyê din ê sînor jî welatî li ser sînor nobeta berxwedanê digirin û bi avakirina zincîra mirovan dengê xwe li ser dengê Kobanê zêde dikin. Welatî îro jî di heman seatê de çalakiya zincîra mirovan pêk anî. Welatiyên ku dayikên aştiyê, mele û nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de bûn li qadên gundê Mehser û Miseynterê kom bûn destên hev girtin û berê dan Kobanê. Welatiyan ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi xwendina sirûda "Çerxa şoreşê" deqeyek rêz girtin.
Piştî rêzgirtinê welatiyan ji bo dengê xwe bigihînin şervanên YPG/YPJ'ê yên ku dengê wan li cîhanê belav kirine dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî dirûşman welatiyan dawî li çalakiya xwe anîn.
Her wiha ji aliyê Kobanê tevgera hewayî ya hêzên kaolîsyona navneteweyî û car caran jî dengê pevçûnê tê.