'Di tariyê de jî bihêlin, tî û birçî jî bihêlin…'

'Di tariyê de jî bihêlin, tî û birçî jî bihêlin…'

Jinên Kobanê yên diyar kirin ji ber zarokên xwe yên di eniyê de şer dikin ser bilind in û ji bo birîndar û zarokên xwe yên şer dikin çi ji destên wan tê dikin. Jinên Kobanê yên ji bo birîndar û yên şer dikin xwarinê çê dikin banga vegerê li welatiyên Kobanê kirin û ev tişt anî ziman: “Ne şert e ku çekê hilgirin. Em li pey yên çekan hildigirin bisekinin. Ciwanên me bedena xwe ji bo me kirin mertal û dev ji Kobanê bernedan. Em ê tu caran dijmin kêfxweş nekin. Hêviya Erdogan û çeteyan a Kobanê bikevê wê berzikê wan de bimîne. Me di tariyê de tî û birçî jî bihêlin em ê dev ji Kobanê bernedin. Em ê tu caran serê xwe li ber dijmin netewînin.”

Berxwedana Kobanê ev 62 roj in berdewam dike. Sivîlên li Kobanê jî ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên di eniyê de bi îradeyeke mezin şer dikin seferber bûne. Gel ji bo zarokên wan ên di eniyê de şer dikin çi ji destên wan tê dike. Her tiştên xwe bi zarokên xwe yên di eniyê de şer dikin re parve dikin û li gorî şert û mercên şer tevdigerin. Di eniya şer de jin çawa derdikevin pêş li pişt eniyê jî jin bi heman ruhê dixebitin. Jinên bi navên Emîne, Adîle û Semîre yên ji bo birîndaran û ji bo yên şer dikin xwarinê çêdikin dibêjin ku ew bi saya berxwedana zarokên xwe ser bilind in.

‘MIRIN WÊ ROJEKÊ BÊ, BILA EW JÎ LI SER AXA ME BE’

Dayika bi navê Emîne ya ji gundê Gabelekê ya Kobanê ye diyar kir ku ew ji bo birîndaran xwarinê çêdikin û ev tişt anî ziman: “Em dîsa ji bo şervanên xwe xarinê çêdikin. Em ji bo wan çi bikin ne bes e. Ji ber ku ew ji bo me li ber xwe didin. Wan ji bo Kobanê canê xwe feda kirin. Gelek cih ji çeteyan paqij kirin. Bi saya berxwedana wan em ser bilind in.”Dayika Emîne destnîşan kir ku wan zirar nedane tu kesan û wiha berdewam kir: “Çete hatin malên me talan kirin. Bila Kurd zanibin ku dê Kobanê nekeve. Çeteyan malên me talan kirin, mirovên me serjê kirin. Lê em ji tu kesan natirsin. Bila her kes bizanibe min tu caran Kobanê neterikand. Ez li Tilşeîrê mam. Mirin dê rojeke bê, bila ew j îli ser axa me û ni nava hevalên me de be. Li sînor gelek caran êrîşî me kirin lê me dev ji axa xwe berneda.”

‘EM HÊZA XWE JI YPG/ YPJ’Ê DIGIRIN’

Dayika bi navê Adîle ya ji herêma Kaniya Kurdan a çeteyên DAIŞ’ê dagir kirine ye jî anî ziman ku ji ber ku nikare çekê hilgire ji ber vê yekê ji bo şervan û birîndaran xwarinê çêdike, bi vî rengî piştgiriyê dide berxwedanê. Dayika Adîle ev tişt anî ziman: “Me berê jî ji bo hevalên xwe yên YPG û YPJ’î xwarin çê dikir. Me hewl dida piştgiriyê bidin wan. Wan jî ji me moral digirtin me jî ji wan moral digirt. Me ji xwe re got heke destên me çekê hilnagire ma em ê vê karî jî nekin. Em hêza xwe ji YPG û YPJ’ê digirin heta dilopek xwîna me hebe em ê dev ji wan û axa xwe bernedin.”

‘EM Ê TU CARAN SERÊ XWE LI BER DIJMIN NETEWÎNIN’

Dayika Adile banga vegerê ji Kobaniyên ku derbasî herêmên din bûne jî kir û wiha berdewam kir: “Ne şert e ku çekê hilgirin. Em li pey yên çekan hildigirin bisekinin. Ciwanên me bedena xwe ji bo me kirin mertal û dev ji Kobanê bernedan. Em ê tu caran dijmin kêfxweş nekin. Hêviya Erdogan û çeteyan a Kobanê bikevê wê berzikê wan de bimîne. Me di tariyê de tî û birçî jî bihêlin em ê dev ji Kobanê bernedin. Em ê tu caran serê xwe li ber dijmin netewînin.”

‘DIXWAZIN RAGIHÎNIN CÎHANÊ’

Dayika Adîle bilêv kir ku dema êrîş dijwar bûne mecbûr mane ji Kobanê derkevin û 10 rojan li Tirkiyeyê mane û têkîldarî tiştên jiyana wiha got: “Li wir em girtin. 10 rojan girtî mam. Dema ku em berdan dîsa vegeriyam. Em ketin greva birçîbûnê. Ji me re gotin hûn Apocî ne. Me jî got belê em Apocî ne. Me got dixwazin ji cîhanê re ragihînin. Pir helwdan ku ji bo xwarinê me qanî bikin lê me nexwar û greva xwe berdewam kir.”

‘KOBANÊ KILÎDA ROJAVA YE’

Dayika bi navê Semîre ya ji bo zarokên xwe yên şer dikin xwarinê çêdike jî ev tişt anî ziman: “Em li vir ji bo zarokên xwe xwarinê çêdikin. Em ji hemû gelê Kurd re dibêjin ku werin xwedî li Kobanê derkevin. Em dizanin Kobanê ne tenê ye. Heta dilopeke xwîna me hebe em ê dev ji Kobanê bernedin. Kobanê kilîda hemû Rojava ye. Tu caran wê Kobanê nekeve. Ji ber ku Kobanê axa me ye û pîroz e. Axa hemû gelê Kurd e. DAIŞ dixwaze Kobanê dagir bike. Lê tu caran ev daxwaza wan wê pêk neyê. Kobanê ya Kurdan e. Dewleta Tirk dibêje li Kobanê sivîl nemane. Ev ne rast e. Em ji 10 hezarî zêdetir sivîl li vir dijîn.”