Di pevçûnên li Efrînê de 23 çete hatin kuştin

Di pevçûnên li Efrînê de 23 çete hatin kuştin

Operasyona hêzên YPG'ê ya li dijî çeteyan dewam dike. Şervanên YPG'ê li gundê Yazî Baxê li hemberî kozikeke çeteyan çalakî lidar xistin û di encamê de 23 çete hatin kuştin.

Di çarçoveya operasyona YPG'ê ya di 1'ê Mijdarê de destpê kir, duh li gundê Yazî Baxê li hemberî komên çekdar ên rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya şervanên YPG'ê ya li dijî kozikeke çeteyan de 7 çete hatin kuştin.

Komên çete yên hatin cenazeyan rakin jî rastî çalakiyê hatin. Li vê derê jî 16 çete hatin kuştin.