Di nava 5 rojan de 14 hezar penaber hatin Îtalyayê
Li derya navbera Lîbya û Îtalyayê, duh herî kêm 1.725 penaber hatin rizgarkirin. Ji roja Yekşemê û vir ve hejmara penaberên hatine rizgarkirin herî kêm 14 hezar e.
Li derya navbera Lîbya û Îtalyayê, duh herî kêm 1.725 penaber hatin rizgarkirin. Ji roja Yekşemê û vir ve hejmara penaberên hatine rizgarkirin herî kêm 14 hezar e.
Li gorî agahiyên ji aliyê yekîneya ewlekariya peravan a Îtalyayê Gûardîa Costîera ve hatin dayîn, di operasyonên duh de gelek penaberên bi 14 botên ji lastîkê û 2 kelekan berê xwe dan Îtalyayê, li Derya Spî hatin rizgarkirin. Hat gotin, duh herî kêm 1.725 penaber bi 2 keştiyên hêzên deryayî yên Îtalyayê û 2 keştiyên bazirganiyê ve hatin rizgarkirin.
Hejmara penaberên di nava 5 rojên dawî de li derya navbera Lîbya û Îtalyayê hatine rizgarkirin, gihîşt asta rekorê. Gûardîa Costîera da xuyakirin, ku roja Yekşemê 6.500 penaberên ji Lîbyayê bir ê ketin, li Derya Spî hatin rizgarkirin.
Tevî penaberên di nava 4 rojên destpêkê yên hefteyê hatin, ev hejmar gihîştiye 14 hezarî. Di daxuyaniyê de hat gotin, roja Çarşemê cenazeyên 3 penaberan hatine derxistin. Hat gotin, dibe ku ev penaber li botên plastîk xeniqîn e.
Herî dawî di hefteyeke meha Gulanê de zêdeyî 13 hezar penaber hatibûn Îtalyayê. Lê belê bi sedan ji penaberan, ji ber binavbûna bot û kelekên pê bi rê ketin, jiyana xwe ji dest dabûn.
Di navbera mehên Çile û Tebaxê de, piraniya wan ji Lîbyayê bi qasî 116 hezar penaber hatibûn Îtalyayê.