Di nava 4 rojan de 5 ciwan ji Silêmaniyê tevlî El Qaîdeyê bûn

Di nava 4 rojan de 5 ciwan ji Silêmaniyê tevlî El Qaîdeyê bûn

Her ku diçe hêjmara ciwanên ku ji Herêma Kurdistana Federal bi navê 'Cîhadê' diçin Sûriyê zêdetir dibin. Di nava 4 rojên borî de 5 ciwan ji bajarê Silêmaniyê çûne Sûriyê û tevlî nava refên Cebhet el-Nusra bûne. Her wiha di rojên dawî de jî 3’ê ciwanên ji helebce li Sûriyê hatine kuştin.

Çavkaniyekî nêzî ciwanan da diyar kirin ku, ew ciwan bêyî agahdariya malbata xwe çûne Sûriyê. Heman çavkaniyê eşkere kir ku ew 5 ciwan xwendekarên dibistana amadeyîne, li Silêmaniyê dijîn û rojane diçûn mizgeftê. Wê çavkaniyê da zanîn ku ciwanekî çûyî Sûriyê bi telefonê li malbata xwe geriyaye û wiha gotiye: "Em niha li Sûriyê ne û ligel Cebhet el-Nusra ne."
Berdevkê polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed jî diyar kir ku, pêşî girtina li wan ciwanan ne karê polîsan e û wiha got: "Asayiş xalên kontrolê û sînor bi rêve dibin, agahdariya me ji vê meseleyê nîne". Îro Qeymiqamê Helepçe Goran Edhem ragihand ku tê îdia kirin ciwanekî din ê Helepçe li Sûriyê birîndar bûye. Edhem bilêv kir ku li gor agahdariyên wan 3 ciwanên ji Helepçe li Sûriyê hatine kuştin. Goran Edhem li ser çûna ciwanan alîkariyê ji mamostayên olî û rewşenbîran xwest.