Di hilbijartinên DYA de serketina Trûmp misoger dibe
Ji hilbijartinên Serokatiya DYA, encameke nedihat hêvîkirin derdikeve holê. Donald Trûmp ê ku li eyaletên girîng bi ser ket, serketina wî ya li gelemperiya DYA misoger dibe.
Ji hilbijartinên Serokatiya DYA, encameke nedihat hêvîkirin derdikeve holê. Donald Trûmp ê ku li eyaletên girîng bi ser ket, serketina wî ya li gelemperiya DYA misoger dibe.
Di hilbijartinan de ku 538 delegeyên hilbjêr ên 51 eyaletan tên hilbijartin, li gorî encamên destpêkê Donald Trûmp 244 delege, Hîllary Clînton jî bi tenê 215 delege qezenç kirine.
Tevî ku her du namzet li benda encamên eyaletên Pensîlvanya, Mîchîgan û Wîsconsînê ne, li van eyaletan jî Trûmp kêm jî be li pêş Clînton e. Û êdî xuya ye serketina wî misoger e.
Eyaletên ku Trûmp lê bi ser ket ev in: Alabama, Arkansas, Arîzona, Vîrgînîa Rojava, Florîda, Georgîa, Dakota Başûr, Karolîna Başûr, Îndîana, Îdoha, Lowa, Kansas, Kentûcky, Dakota Bakur, Karolîna Bakur, Loûîsîana, Mîssîssîppî, Montana, Nebraska, Oklahoma, Ohîo, Teksas, Tennessee, Ûtah, Wyomîng.
Hîllary Clînton jî li eyaletên Colorado, Connecîtût, Delaware, New Mexîco, Vîrgînîa, Rhode Îsland, Îllînoîs, Nevada, New York, Vermont, Maryland, Massachûsetts, New Jersey, Oregon û Washîngton.
Li gorî encamên destpêkê yên dengên li gelemperiya welêt, Trûmp ji sedî 48,2, Clînton jî ji sedî 47,2 ê dengan stand.
Ji ber ku Clînton li eyaletên Pennsîlvanya, Florîda û Mîchîganê ku hejmara delegeyên wan 59 e, bi ser neket, vê yekê bandor li encaman kir.
PIRANIYA ENDAMÊN SENATO, MECLÎSA NÛNERAN Û EYALETAN DI DESTÊ KOMARGERAN DE NE
Di Meclîsa Nûneran de serdestiya Komargeran a beriya niha, xuya ye wê mîna xwe bidome. Li gorî encamên dawî, tevî ku serketiyê 16 cihên hilbijartinê nediyar in jî, Komargeran 230 kursî, Demokratan jî 189 kursî bi dest xistin.
12 ji 34 endamên Senatoyê bû yên Demokratan, 17 jî ket destê Komargeran. Ji bo 5 kursiyan jî encam hê nediyar e. Kursiyên Partiya Komarger 48, yên Partiya Demokrat jî 45 e.
Di hilbijartina waliyên eyaletan de Partiya Komarger bi ser ket. Li gorî encamên dawî, hejmara waliyên Komargeran bû 31. Yên Demokratan di 14'an de ma. Encamên çend eyaletan hê diyar nebûne.