Di hilbijartina Serokatiya de Trûmp bi ser ket

Di encama hilbijartina Serokatiya DYA de, ku duh pêk hat karsazê mîlyarder Donald Trûmp bi ser ket û bû serokê 45. ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka.

Trûmp ê 70 salî, ku li 28 eyaletan namzeta Partiya Demokrat derbas kir û 270 delegeyên têra hilbijartina Serokatiyê dike bi dest xist, serketina xwe îlan kir. Trûmp piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê axivî û got, ew ê bibe serokê tevahiya Amerîka.

Trûmp her wiha spasiya hevrika xwe Hîllary Clînton jî kir û anî ziman ku ew serokatiyê ji "tevgereke bêhempa" ya ku hemû beşên civakî yên DYA di nava xwe de vedihewîne, dike.

Dengên Trûmp ê li tevahiya welêt bi dest xist, bi 35 hezaran ji yên Clînton kêmtir e. Lê belê ji ber Sîstema Eyaletan, ew bû Serok.

Hîllary Clînton ku di hilbijartinê de têk çû, ti daxuyanî neda.

Jimartina dengan li eyaletên New Hampshîre û Mîchîganê dewam dike.

Trûmp wê di meha Çileyê de erka Serokatiyê li Qesra Spî ji Barack Obama dewr bigire.

Di hilbijartinên Senato de Komargeran hem li Senato hem jî li Meclîsa Nûneran serweriya xwe parastin. Li Senatoyê 51, li Meclîsa Nûneran jî 236 kursiyên Komargeran hene.