Di êrîşên li Afganîstanê de bi dehan kes mirin

Di êrîşên Talîbanê yên li paytexta Afganîstan Kabîlê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî du êrîşên duh danê sibehê yên li paytext Kabîlê, danê êvarê jî li nêzî Wezareta Parastinê bi wesayîteke bombebakirî êrîşek hat kirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Wahed Macroh ragihand, di êrîşê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 90 kes jî birîndar bûne. Duh heta danê êvarê 3 êrîş li paytexta Kabîlê hatin kirin û tevî generalekî gelek payebilind mirin.

Talîbanê êrîş li xwe girt û ragihand, êrîşa destpêkê li dijî Wezareta Parastinê, ya duyemîn jî li dijî polîsan hatiye kirin.

Serokdewlet Eşfef Ganî piştî êrîşan daxuyaniyek da û got, Talîbanê "mirovên ji sivîl" hedef girtiye.