Di doza PKK’ê ya Danîmarkayê de tenê kesek hat berdan

Di doza PKK’ê ya Danîmarkayê de tenê kesek hat berdan

Doza PKK’ê ya li Danîmarkayê ku têde 10 kes dihatin darezandin ji girtiyan tenê kesek hat berdan.

Li paytexa Danîmarkayê  Kopenhagê doza ku di Dadgeha navenda bajar dihat dîtin ji 10 kesên  herî kêm 10 sal ceza dihat xwestin di darezandina îro de  ji girtiyan tenê kesek hat berdan.

Kurdê bi navê Hasan Dutar wê ji niha û pê de serbest bê darezandin. Runîştina din wê di hefteya bêde di roja pênçşenê pêkwere.

Di 18’ê Îlona sala 2008’an de 8 kes ji ber alîkarina  fînesekirina PKK’ê hatîbûn binçavkirin, 7 jê 3 heyvan di bin çavande hatin girtin. Li Kopenhagê kesek û kurdek  jî li  Almanyayê jî xistîbûn dinava wan de bi giştî 10 Kurd dihatin darezandin. Tenê girtiyek hebû ew ji Dutarê ji di 16’ê Kanûna sala 2012 û vir ve li girtîgehê dihat girtin.

Li bendê ye ku Dadgeh encamê dozê di Adara sala bêde û di heyva Gulanê de jî biryara wê bide.