Di derbarê qetilkirina Temel de 5 kesên din jî hatin binçavkirin

Di derbarê qetilkirina Temel de 5 kesên din jî hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna Ozcan Temel ê di êrîşa tê îdîakirin ji aliyê komeke nêzî HUDA-PAR hat qetilkirin de hat ragihandin ku 5 kesên din jî hatin binçavkirin.

Der barê lêpirsîna Ozcan Temel ê di êrîşeke ku tê îdîakirin ji aliyê komeke nêzî HUDA-PAR de hat qetilkirin, hejmara kesên hatin binçavkirin bû 11. Têkildarî bûyerê roja yekemîn bi du nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Îlke (ÎLKHA) re ku 6 kes hatibûn binçavkirin, hat ragihandin ku vê sibehê jî 5 kes hatine binçavkirin. Di nav kesên ku îro hatine binçavkirin de tê gotin ku birayê Serokê Hîzbullahê Huseyîn Velîoglu jî heye û her wiha hat ragihandin ku birayê Velîoglu yê mezin û di heman demê de muxtarê Taxa Hurriyet a Êlihê Hayrettîn Velîoglu ji danê sibehê ve ne li mal û taxê ye.

Ligel wê hat gotin ku têkildarî qetilkirina Ozcan Temel şevê din û vê sibehê polîs bi sedema “Çek hene” girtiye ser mala Temel û xizmên wan. Her wiha welatiyê bi navê Samet Kurt ê di bûyerê de birîndar bû jî bi sedema îfadeyê birine emniyetê.