'Di Cotmehê de 18.500 koçber li Rojava vegeriyan'
'Di Cotmehê de 18.500 koçber li Rojava vegeriyan'
'Di Cotmehê de 18.500 koçber li Rojava vegeriyan'
Rayedarên Deriyê Sînorê Dirbêsiyê diyar kirin ku di meha Cotmehê de zêdetir ji 18 hezar û 500 koçber vegeriyane Rojava.
Têkildarî vegera koçberên Rojavayê Kurdistanê Berpirsiyarê Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê Mihemed Elî Sadiq ji ANHA’yê axivî. Sadiq destnîşan kir ku di meha Cotmehê de zêdeyî 18 hezar 500 kesên ji Rojava koçber bibûn Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê vegeriyan malên xwe. Sadiq da zanîn ku ew navê koçberên vedigerin qeyd dikin.
Koçberên ku vedigeriyan malên xwe jî destnîşan kirin ku rewşa wan a jiyanî di kampan de ne baş bû û ew bi zehmetiyê re rû bi rû bûn. Koçberan dan zanîn ku ew rastî astengiyên rayedarên Tirkiyê dihatin û her dem zext û zor li wan dihate kirin.