Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de darvekirin hatin protestokirin

Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de darvekirin hatin protestokirin

Di çalakiyên "Pêncşema Reş" ên li Amed, Mêrdîn û Rihayê de, "dîwarê şermê" yê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tê lêkirin û darvekirinên li Îranê hatin şermezarkirin.

Xebatkarên Şaredariya Peyasê, ji bo serbestberdana Şaredarê xwe Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd, cara 190. çalakiya "Pêncşema Reş" lidar xistin. Nûnerê Sendîkaya Genel-Îşê Mehmet Şah Sarikaya li çalakiyê peyivî û bang li rejîma Îslamî ya Îranê kir ku dawî li polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd bîne.

Sarikaya da xuyakirin ku bi pêvajoya aştiyê re ji bo normalbûyînê hêvî derketine holê, lê belê lêkirina dîwarê şermê, amadekariyên operasyona leşkerî û gotinên nîjadperest ên rayedarên AKP'ê wan dixin nava fikar û gumanan.

Sarikaya bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan û got, "Li girtîgehên Wan û Mûşê zextên li ser girtiyan zêde bûne, gelek ji girtiyan hatine sirgunkirin û rastî dijwariyê hatin. Li Şemzînanê Behzat Ozen ê 8 salî, di encama teqîna teqemeniya li herêma leşkerî dît de jiyana xwe ji dest da. Çapemeniya ku ewçend pakêta Serokwzîr a ji mafên mirovan û azadiyan dûr dinepixand û pesnê wê dida, mirina vî zarokê 8 salî nedît. Ev vê helwesta çapemeniyê şermezar dikin."

Sarikaya her wiha darvekirina endamên PJAK'ê Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî yên di 25'ê Cotmehê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, şermezar kir û got, "Ev bûyerên darvekirinê, li ser navê mirovahiyê rewşeke şermê ye. Em bang li rejîma Îslamî ya Îranê dikin ku dest ji polîtîkayên înkar û tinekirina gelê Kurd berde."

Li dû axaftinan, protestoya "Pêncşema Reş" bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan, bi dawî bû.

Di çalakiya "Pêncşema Reş" a li navçeya Riha Wêranşarê de, li gel Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûn, Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê Servet Kiliç û Halîs Aktaş, Nûneriya Genel-Îş'ê, gelek xebatkarên şaredariyê amade bûn. Serokê Tum Bel-Sen Şaxê Rihayê Nûrettîn Çetîn daxuyanî da û bal kişand ser dîwarê li ser sînorê Rojava tê lêkirin. Çetîn got, "Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan dest bi rojiya mirinê kir. Em li gel wê ne. Divê ev dîwarê şermê bê rakirin. Li Elmanya Nazî beri ya bi salan dîwarekî bi vî rengî hatibû lêkirin. Gel wî dîwarê şermê hilweşandibû. Gel wê vî dîwarê şermê jî hilweşîne." Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

Li Dêrika Çiyayê Mazî jî, di çalakiya "Pêncşema Reş" de Cîgirê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê, endamên Belediye-Îş û Tum Bel-Senê û xebatkarên şaredariyê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên Şaredara Dêrikê ya Girtî Çaglar Demîrel û pankarta bi nivîsa "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" hat hilgirtin.

Cîgirê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdariya AKP li girtîgehan pêkanînên antî demokratîk dike û destnîşan kir ku lêkirina dîwarê li ser sînor nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê daniye aliyekî. Daxuaynî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.