Derhêner Mîntaş ‘strana dayika min’ vegot

Derhêner Mîntaş ‘strana dayika min’ vegot

Alî bi dayika xwe Nîgarê re li Tarlabaşi dijî. Ji ber valakirina gundê wan koç dikin û li taxa ku bicih dibin jiyana wan diguhere. Bi hatina bajar re pirsgirêk jî destpê dikin. Nîgar her sibeh xwe amade dike û dixwaze vegere gundê xwe. Hinek rojan jî xwe diavêje kolanên Stenbolê. Mamosteyê ciwan Alî, ji bo dayika xwe ya ku her diçe nexweş dikeve rehet bike, serî li rêbazên cuda dide, diyariyan dikire, bi motora xwe wê dibe her cihî. Di heman demê de Alî, hîn dibe ku hezkiriya wê Zeynep ducanî ye. Lê xwe amade nabîne. Alî di navbera du jinan de neçar maye.

Dayika Nîgar wê di meha Mijdarê de strana xwe berdewam bike.  Fîlmê ‘Strana Dayika min’ wê di 14’ê Mijdarê de li sînemayan be. Her wiha fîlm di wê di gelek mîhrîcanên navneteweyî de bê nîşandan.

Fîlmê metrajdirêj yê Erol Mîntaş yê bi navê ‘ Strana Dayika min’ li gelek mîhrîcanan xelat girt. Mîntaş bi vî fîlmî balê dikişîne ser zimanê dayikê û koçberiyê. Mîntaş der barê fîlmê xwe yê nû de ji ANF’ê re axivî.

Mîntaş der barê fîlm de got: “ Di salên 90’î de wek gelek zarokên Kurd ê min jî tenê dayika min di destê min de mabû. Niha ger ez fîlmekî çêdikim ez deyndarê dayika xwe me. Ji ber ku dayika min Kurdî parast û fêrî min kir. Pir baş çîrokan vedibêje. Dayika min çîrok ji me re vedigot. Dayika min ji radyoya Yerîvanê hez dikir. Di zarokatiya me de cihekî taybet ê radyoya Yerîvanê hebû. Dayika min zimanê min ê dayikê ye. Ji ber vê jî ez her tim di fîlmên we de çîroka dayik-kur vedibêjim.

Ziman ji dayikê derbasî zarok dibe. Piştre zarok her tiştî li ser mîrateya çandî û dîrokî ava dike. Ziman girîng e. Ji ber vê jî em çi bikin em mafê dayikan nikarin bidin.”

Mîntaş di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku jenerasyonek niha heye ji bo Kurdî dibêjin ‘Ez fêm dikim lê nekarim biaxivim’.  Mîntaş bal kişand ser Zeynep a di fîlm de dilîze û got: “Zeynep jî ji wê jenerasyonê ye. Ferqa di navbera dayik û hezkiriyê de ev e. Ji bo Alî dayik, ziman, welat û koke. Dixwaze di hezkiriyê wî de jî ev hebe. Lê hûn dizanin ku jenerasyona nû li hember ziman zêde ne eleqedar e. Em dizanin ku ger ziman tinebe ti tişt tuneye.

Mîrtaş diyar kir ku di fîlm de, Alî di jiyana xwe du zimanan aktîf bikar tîne û wiha berdewam kir: “Çîrokên Kurdî dinivîse, ji bo jiyana xwe qezenc bike li dibistana bi Tirkî dersê dide. Dema ku mirov Kurdên metropolên Tirkiyeyê bifikirin ev rastiyek e.”

Mîntaş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berdewamiya mijara fîlm û got: “Gelê Kurd wisa ji kêfî gundê xwe terk nekiriye. Şerek jiyan û ji warê xwe bûn. Dibe ku ji ber sedemên aborî jî warê xwe terk kiribin. Sedemên aborî jî ji xwe ji ber înkar û îmhayê pêk hatiye. Kal û pîr dixwazin vegerin warê xwe, ji ber ku ew zêdetir hestiyar in.

Piştî şer piştî koçberiyan Kurd li gelek taxên Stenbolê bicih bûn. Yek ji van taxan jî ya Tarlabaşî ye. Dayik bi veguhastina bajar a Tarlabaşiyê cara duyem koçberiyê dijî. Ji ber vê ev dayik cara duyem koçber dibe û ev jî bandorê li wê dike.”

Mîntaş destnîşan kir ku di fîlm de bi taybet muzîkên dengbêjiyê hatine bikaranîn û wiha berdewam kir: “Beriya her tiştî dengbêjî ji bo karakterê dayikê hiş bû, kok û bîranîn bû. Bêguman dayika min jî stranên dengbêjiyê û radyoya Êrîvanê guhdar dikir. Ji ber vê jî min di fîlm de bicih kir.”

Mîntaş bal kişand ser rewşa sînemaya Kurd û wiha pêde çû: “Ziman girîng e. Ya ku nasnameya fîlm diyar bike jî ziman e.  Ji ber ku fîlm, cîhana zimanê ku tê kişandin digire nava xwe. Ji bo ku fîlmek bibe fîlmê Kurdî divê ew fîlm bi Kurdî be.

Li aliyê din jî  nasnameya belavkirinê fîlm welatê ku fîlmçêker çêdike diyar dike. Welatê fîlmçêker nasnameya fîlm diyar dike. Ji bo vê jî ji bo sînemaya Kurd pêş bikeve divê Kurd formên xwe yên cemawarî ava bikin. Divê ev form tenê bi piştgirîdayîna fîlm sînor nemîne, divê di sînemeya cîhanê de jî cih bigire.

Ji ber vê jî piştgiriyê hikûmeta Kurdistanê ya ji bo sînemayê gelek girîng e.

DIVÊ GELEK MÎHRÎCAN PÊK BÊN

Li Kurdistanê divê gelek mîhrîcanên navneteweyî bên organîzekirin, ji her çar parçeyê Kurdistanê sînemavan  bên cem hev. Nîşandana gelek fîlman wê gelek girîng be.
Her wiha mîhrîcanên wek Duhok Fîlm, Mîhrîcana Fîlm a Navneteweyî ya Amedê zêde dibin wê sînemavanên her çar parçeyên Kurdistanê bên cem hev. Li bajarên wek Amed, Kobanê, Mahabad, Mêrdîn,  Silêmanî, Qamişlo, Duhok, Wan, Hewlêrê mîhrîcanên bi vî rengî divê bên mezinkirin.

DIVÊ LÎSTIKVANÊN BAŞ BÊN GIHANDIN

Pirsgirêkeke din jî ev e ku divê lîstikvanên ku baş Kurdî diaxivin bên gihandin. Ev hewcedariyeke mezin e. Ji bo vê jî divê akademiyên sînemayê, akademiyên lîstikvaniyê bêne avakirin. Divê piştgiriya ji bo şanoya Kurdî bê dayîn.

DIVÊ TORA XWE YA BELAVKIRINÊ AVA BIKE

Yek ji pirsgirêkên din jî  meseleya nîşandan û belavkirinê ye. Pisgirêka pêşxistina fîlman. Sînemaya Kurd jî divê wek sînemayên cîhanê tora xwe ya belavkirinê ava bike û divê li bakur sînemayên şaredariyê di nava xwe de bi koordîne bixebitin û ji bo fîlman bigihînin gel. Tevneke belavkirinê ava bikin.

SÎNEMAYA KURD DIVÊ ERDNÎGARIYA XWE BIKAR BÎNE

Meseleyeke din a girîng jî pisgirêka erdnîgariyê ye. Sînemaya Kurd, divê erdnîgariya Kurdistanê bi kar bîne û gund, bajarokan, bajaran bikin setên fîlman.”