Derdora Gola Erçekê ziwa bû

Derdora Gola Erçekê ziwa bû

Ji bo mêvanên rengîn ên Gola Erçekê flamîngoyan, Walîtiya Wanê her sal festîvalê lidar dixe. Lê belê derdora Gola Erçekê ku yek ji cihên herî avî yê Tirkiyê ye, ziwa bûye.

Festîvala "Baskên Rojhilat, Flamîngoyên Gola Erçekê" ku ji aliyê Walîtiya Wanê ve tê organîzekirin, îro li gundê Karagunduz ê ser bi bajarokê Erçekê ku herî zêde flamîngo li vir tên dîtin, destpê kir.

Beşdarên festîvalê ji kûleyên li peravê Gola Erçekê li flamîngoyan temaşe dikin. 

Lê belê ziwabûna derdora Gola Erçekê ku yek ji cihên herî avî yê Tirkiyê ye û ji sedan cûreyên çûkan re mêvandariyê dike, fikar û gumanên li ser golê zêde dikin.