Demîrbaş bi keyayên Sûrê re civiya
Demîrbaş bi keyayên Sûrê re civiya
Demîrbaş bi keyayên Sûrê re civiya
Şaredarê Sûra navçeya Amedê Abdullah Demîrbaş, bi keyayên gund û taxên navçeya Surê re civiya. Di xwarina ku bi keyayên navçeyê re hate parvekirin de Demîrbaş rewşa dawî ya pêvajoyê û xebatên şaredariyê yên di dema xwe de nirxandin.
Di vê civînê de şaredarê Surê Abdulah Demîrbaş, alîkarên şaredar Azize Kutlu Deger û Tukî Gultekîn, Hevserokê BDP'ê yê navçeyê Adnan Akgul, Endamê Meclîsa Surê Nekşî Sayar û 52 keyayên navçeya Sûrê amade bûn.
Piştî xwarinê şaredar Demîrbaş dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Derdora 9 salane ku em bi hevre vê xebatê dimeşînin û dibe ku dema xatirxwestina me ji hev hatibe. Ez bi hêvî me ku bi hevalên me yên werin hilbijartin re jî hûnê xebateke hêja birêve bibin û tiştên xweş û baş pêk bînin.
Demîrbaş di berdewamiya axaftina xwe de spasiyên xwe ji keyayên navçeyê re pêşkêş kir û wiha got: "Di nava van her 9 salên ku em bi hevre xebitîn de we jî gelek ked û piştgirî da xebatên me. Lewre ez ji bo alîkarî û piştevaniya we ya bi xebatên şaredariyê re, ji dil û can spasiyên xwe pêşkêş dikim."
Demîrbaş der barê xebatên şaredariyê de jî got ku wan tevî endamên meclîsa xwe û xebatkarên xwe çi ji destê wan hatiye kirine û dibe ku heta dawî di hin xebatan de kêmasî jî çêbûn. Demirbaş wiha berdewam kir: Dibe ku di hin deveran de em li gorî dihate xwestin xebatên me neçûbin serî, lê bawer bikin heke kêmasiyeke me rû dabe jî ne ji niyeteke nebaşe.
Demîrbaş di dawiya axaftina xwe ya ji keyayên navçeya Surê re wiha got: Em çawa berê xizmetkarê gelê xwe bûn emê îro jî û sibe jî wiha bin. peywir û xebatên ku bikevin ser milê me, em li ku derê bin jî ferq nake, em dê her dest ji hestên xwe yên azadiyê bernedin û tu kes nikare me ji van hest û baweriyên me dûr bixîne.
Piştî axaftina Demirbaş xelat û diyariyên ku ji bo xebatên keyayan hatibûn amadekirin li wan hatin belavkirin.