Darvekirinên li Îranê wê li Helsînkî bi çalakiyekê bên protestokirin

Darvekirinên li Îranê wê li Helsînkî bi çalakiyekê bên protestokirin

Darvekirinên girtiyên Kurd ên li girtîgehên Îranê, wê di 7'ê Mijdarê roja Pêncşemê de li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi meş û mîtîngekê bê şermezarkirin.

Ji ber darvekirin girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî û 16 çalakvanên siyasî yên Belûc ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve, nerazîbûn her diçe mezin dibe.

Bi armanca şermezarkirina darvekirinên li Îranê, Komîteya Fînlandiyayê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi piştgiriya Meclîsa Gelê Kurd a Fînlandiyayê û rêxistinên civakî yên Kurd û Fînî, xwepêşandanekê lidar dixe.

Kurdistanî û dostên wan wê bi vê armancê  di 7'ê Mijdarê roja Pêncşemê saet di 13:00 de li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê li ber Parlamenta Fînlandiyayê xwepêşandanekê lidar bixin.

Komîteya Fînlandiyayê ya PJAK'ê der barê çalakiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li pêla nû ya darvekirinan bang li hemû azadîxwaz û alîgirên mafên mirovan kir ku dengê xwe bikin yek û nerazîbûnê nîşan bidin. 

Komîteyê di bangawaziya xwe de ji herkesî xwest, ku ji bo şermezarkirina vê hovîtiya rejîma Îranê di 7'ê Mijdarê de li ber parlamenta Fînlandiyayê dengê xwe bilind bikin.