Darvekirinên Îranê li Parîsê hate protesto kirin
Darvekirinên Îranê li Parîsê hate protesto kirin
Darvekirinên Îranê li Parîsê hate protesto kirin
Kurdistaniyên li Parîsê jiyan dikin davekirina endamê PJAK’ê Hebibullah Gulperîpur û Riza Îsmaîlî Mamedî protesto kirin.
Kurdistaniyan li paytexta Fransayê Parîsê xwestin ku li ber avahiya balyozxaneya Îranê çalekiyê li darbixisin rastî astengiya polîsên Fransî hatin. Kurdistanî di saet 16:00’an de 200 metre nêzî balyozxaneyê hatin asteng kirin. Kurdistaniyan jî çalekiya xwe 200 metre dûrî avahiya balyozxaneyê kirin.
Li vêderê girseyê deqîqeyekê rêzgirtin girtin û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PJAK û Endamên PJAK’ê yên hatîn bi darve kirin hilgirtin.
Bênavber sloganên “Şehîd namirin”, “Terorîst Îran”, “Terorîst Rohanî” gotin û MLKP’ê jî piştgirî da çalekiyê.
Li cihê çalekiyê daxuyaniya bi zimanê Fransî ji aliyê rêveberakî Akademiya Çand û Hûnerê ya Kurdan ya li Parîsê Bêrîvan Akyol ve hat xwedin. Akyok daxuya kirin ku bi teybet ji 3’ê Tebaxê dama ku Hesan Rohanî hatî li ser kar û şunde darvekirin zêde bûye û got: “ Gumamn hene ku bi darvekinên din jî çêbibin. Di vê hemû raya giştî li himber vê hovitiyê dengê xwe bilind bike û divê Mafê mirovan yê NY’ê di vê derberê de xwedî tewîr be û dewletên Ewrûpa têkilên xwe yên bi Îranê re li ber çavan re derbas bike.”
Çalakî bi xwedina merşa “Çerxa şoreşe” bi dawî bû.