Darvekirina Gulperîpûr û Mamedî li Viyana hat protestokirin

Darvekirina Gulperîpûr û Mamedî li Viyana hat protestokirin

Darvekirina Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, darvekirina endamên PJAK'ê Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî ji aliyê rejîma Îranê ve, bi meşeke ber bi Konsolosa Îranê ve hat şermezarkirin.

Girseya gel saet di 16:00 de li Schwarzenbergplatzê hat cem hev û wêneyên Kurdên di demên cuda de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin, hilgirt. Di meşê de bênavber dirûşmên "Kujer Îran", "Terorîst Îran", "Ji Komara Îslamî re Na", "Bila dawî li biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê bên anîn", "Bijî Serok Apo" û "Bijî YPG" hatin qîrîn.

Li dû meşê, li pêş Konsolosa Îranê ji bo bîranîna Kurdên hatine darvekirin û cangoriyên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.

Der barê armanca çalakiyê de bi zimanê Elmanî belavok hat xwedin û piştre çalakî bi dawî bû.