Dadgeha Bilind a Îngilîstanê li ser Brexîtê biryareke nedihat hêvîkirin da

Dadgeha Bilind a Îngilîstanê biryar da, ku ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê divê hikûmet destûrê ji parlamentê bigire.

Li Îngilîstanê, piştî ku di referandûma meha Hezîranê de gel biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, hikûmet ji bo ji nava yekîtiyê derkeve hewl da xala 50. a peymana Lîzbonê bixe meriyetê.

Serokwezîra vî welatî Theresa May gotibû, di vê mijarê de biryara refandûmê têrê dike, pêwîstî bi briyara parlamentê nîne û wê di meha Adarê de prosedura qanûnî ya ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bidin destpêkirin.

Lê belê Dadgeha Bilind biryar da, ku tevî encama referandûmê jî, ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hikûmet neçar e ji parlamentê destûrê bigire.

Li Îngilîstanê, encamên referandûmê ji aliyê hiqûqî ve diyarker nînin. Alîgirên Yekîtiya Ewropayê jî piştî referandûmê işaret bi vê kiribûn û gotibû, ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê pêwîstî bi biryara parlamentê heye. Lê hikûmeta Partiya Mûxafazakar ev qebûl nekiribû.