Cook: Tevî dijberiya Trûmp jî wê leşker ji Rojhilatê Ewropayê re bên şandin

Têkildarî rewşa nediyar a hebûna leşkerî ya artêşa Amerîka li Ewropayê, ku piştî hilbijartinên li DYA rû da, Pentagonê daxuyaniyek da.

Donald Trûmp ê Komarger, ku di hilbijartinan de bi ser ket gotibû, ew ê mîsyonên Amerîka yên li nava NATO'yê li gorî 'şert'an diyar bike. Wezîrê Parastinê Peter Cook da xuyakirin, ku serketina Trûmp a di hilbijartinan de wê bandorê li biryara "Şandin hê bêhtir leşkeran ji bo Amerîkayê" neke.

Cook da zanîn, planên beriya niha li ser mîlyonên li nava NATO hatine kirin wê dewam bikin û anî ziman, ev plan bi hevalbendên endamên NATO'yê hatine kirin. Cook diyar kir, wan 'hesasiyeta pêwîst' a destnîşankirina polîtîkaya nû ji rêveberiya nû ya Amerîkayê re hiştine.

Peter Cook li ser îdîayên ku dibêje 'di rêveberiya Trûmp de Cook wê erka xwe ya Wezareta Parastinê bidomîne" spekulasyon e.

Ji ber aloziya navbera NATO û Rûsyayê ku di vê sala dawî de li ser meseleya Ûkraynayê dijwar bû, biryar hatibû dayîn ku hejmara leşkerên li Rojhilata Navîn were zêdekirin. Hê jî bi 2 tûgayan leşkerên Amerîkî li welatên Rojhilatê Ewropayê hene. Hatibû plankirin ku ji Sibatê û pê ve ev hejmara bibe sê tûgay.