Çiyayên azad hembêza xwe ji ciwanan re vekiriye
Çiyayên azad hembêza xwe ji ciwanan re vekiriye
Çiyayên azad hembêza xwe ji ciwanan re vekiriye
Bi minasebeta 37’emîn salvegera damezirandina PKK’ê şervanên ku nû tevlî PKK’ê bûne sedemên tevlîbûna xwe vegotin. Ciwanan destnîşan kirin ku ji bo parastina xaka xwe û azadiya gelê xwe tevlî nava refên gerîla bûne.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê hate damezirandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digot, ‘Me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin.” Ev ruhê ciwantî tu carî ji nava PKK’ê ranebû û ji ber vê yekê her tim ciwanên Kurd berê xwe didin çiyayên azad. PKK ji ber ku tekane hêza azadiya gelê Kurd tê dîtin ji her çar parçeyên Kurdistanê, metropolan û Ewropayê ciwan berê xwe didin nava refên gerîla. Bi minasebeta 37’emîn salvegera damezirandina PKK’ê me nêrînên şervanên nû ku tevlî PKK’ê bûne girt û sedemên tevlîbûna wan pirsî.
NAXWAZIN CAREKE DIN ÊŞÊ BIJÎN
Yek ji şervanên nû Botan Germiyan ji herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê bandor lê kir ku tevlî PKK’ê bibe. Germiyan sedemên tevlîbûna xwe wiha vedibêje: “Tişta ku bandor li ser min kir ruhê hevaltî û têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û rizgarkirina Rêber Apo bû. Ji bo careke din Helepçe û komkujiya Dêrsimê bi ser gelê Kurd de neyê tevlî nav refên gerîlayan bûm. Bangawaziya min ji bo ciwanên Kurd heye ku tevlî nav refên gerîlayan bibin ku ji bo parastina her çar parçeyên Kurdistanê. Ji bo xak û niştimana xwe her kêlî amade bin.”
Şervana nû Jîn Kutilî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Berxwedana Şengalê bandor li ser kir ku tevlî nav refên gerîla bibe û wiha dibêje: “Berxwedana Şengalê bandor li ser min kir û min biryar da ku weke berê min nexwest ku di nava civakê de bijîm. Tevlî nav refên gerîla bûm ku rê li pêşiya êrîşên dijmin bigirim û gelê xwe biparêzim.
HEVALTÎ Û JIYANA RAST HEYE
Xebat Şemzînan jî ji Şemzînanê tevlî nav refên gerîla bûye. Şemzînan diyar dike ku jiyana rast di nava refên gerîla de dîtiye û wiha dibêje: “Hevaltî û jiyana rast hemû li vê derê heye. Li vê derê her karî tu bi dil û can dike. Lê jiyana di nava sîstemê de ne wiha ye. Bangawaziya min ji bo ciwanên Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê heye ku tevlaî partiyê bibin. Niha li Kobanê şerek destpê kiriye, li Başûr jî li milê Şengal û Mexmûrê şer heye. Ciwanên ku bi awayekî xwe tevlî têkoşînê neke wê demê tê wateya ku piştgiriya dijmin dike.
Şoreş Azadî ji Stenbolê tevlî nava refên gerîla bûye. Azadî destnîşan dike ku tevî nexwestiye jî ji mecbûrî leşkertiya Tirk kiriye û wiha dibêje: “Zilm û zordariya li ser me tu carî ranebû. Wijdanê min êdî ranekir û min xwest tevlî PKK’ê bibim. Ji bo gelê xwe serbilind bikim em tevlî partiyê bûn û ez hemû ciwanên Kurdistanê dawetî vê derê dikim.
BI TEVLIBÛNÊ TOL TÊ HILGIRTIN
Nûela Nergîz yek ji berpirsyarên ku xebatên şervanên nû dide meşandine. Nergîz diyar kir ku ew coşeke mezin ji şervanên nû digirin û wiha got: “Em di pêvajoyeke pir girîng de derbas dibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş li ser gelê me heye. Êrîş li ser ciwanên Kurd heye. Li beranberî van êrîşan ciwanên Kurd serê xwe tu carî natewînin. Ji bo tola Kobanê, Mexmûrê û Şengalê bê standin di van demê dawî de tevlîbûneke pir zêde heye. Em jî dibêjin ciwanên Kurd divê berê xwe bidin çiyayên azad. Çima em dibêjin berê xwe bidin çiyayên azad? Ji ber ku nefesek dan û standina li van çiyayên azad tê wateya ku tolhilgirtina ji dijmin e. Jiyana li van çiyayên azad wateyeke xwe pir girîng heye. Mirov li vê derê fêrî jiyanê dibe, bi xwe dihise. Bi salan li dibistanên sîstemê di asta herî jor de dixwîne, lê li pişt xwe dinêre tiştekî nabîne. Tiştekî tu ji bo gelê xwe, ji bo xwe bikî yan jî bi dest xistiye nîne. Çima? Ji ber ku li wê derê tu bi îradeya xwe nikarî tevli bibe. Lê, li vê derê bi perwerde û îdeolojiya Rêber Apo mirov bi xwe dihese ku ji nû ve çêdibe. Em vê coşê di ciwanan de dibînin, ev yek coş û moralê dide me jî.
Ciwanên Kurd divê guh bidin Rêbertî û li gorî vê yekê tevlîbûnekê pêk bînin. Çiyayên Kurdistanê yên azad hembêza xwe ji ciwanên xwe re vekiriye. Bi tevlîbûna ciwanan encax tol dikare ji dijmin bê girtin.
PKK NAMÛS Û ŞEREFA KURDAN DIPARÊZE
Rûsek Soran jî ji Başûrê Kurdistanê tevlî PKK’ê bûye. Ji bo azadiya gelê Kurd, serkeftina her çar parçeyên Kurdistanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe daye çiyayên azad û wiha dibêje: “Ji bo duristkirina Kurdistaneke azad bangî hemû ciwanên Kurd dikim ku tevlî gerîla bibin. Bi taybetî banga min ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê heye ku werin perwerdeyeke leşkerî bibînin ku serkeftinekê ji bo gelê Kurd bi dest bixin.
Pêşewa Welat ji Silêmanî tevlî bûye. Pêşewa Welat dibêje ku poşman e çima 5 sal berê tevlî PKK nebûye û wiha dibêje: “Li vê derê jiyaneke pir xweş heye. Li cihên din sîstema kapîtalîzm heye. Sîstema kapîtalîzmê li her derê desthilatdar e. Hemû mirov bûne kole, koleyên global. Di roja me ya îro de li cîhanê sîstema kapîtalîzmê desthilatdar e. Sîstema kapîtalîzmê Amerîka ye, Elmanya ye, Brîtanya ye… Ew naxwazin li hemberî PKK’ê şer bikin. Lê hêzên weke El Nûsra, DAIŞ amade dikin. Xelîfeyê DAIŞ’ê Ebubekîr El Bexdadî bi xwe ji aliyê Îsraîlê hatiye perwerdekirin. Ji aliyê sîstema kapîtalîzmê ve hatiye perwerdekirin. Ev hêz bi çek û madiyatê li ser piyan dimîne. Lê PKK hêzeke manewî ye. Ji ber vê jî hêzên weke El Nûsra û DAIŞ’ê nikarin bi PKK’ê. Ez bangî hemû ciwanên Hewreman û derdora Silêmanî dikim ku tevlî rêxistinê bibin. Jiyana li vê derê pir xweş e. Di nava sîstemê de dixwînin ji bo ku bibin xwediyê karekî. Dibe pêşmerge ji bo ku nanê malê û zarokên xwe peyda bikin. Yanî ne ji bo parastina welatê xwe.
Gênco Germiyan ji Kelarê tevlî bûye û bangî hemû ciwanên Başûr û Kelar dike ku tevlî rêxistinê bibin û wiha dibêje: “Ji bo em şeref û namûsa xwe biparêzin tevlî PKK’ê bibin. Ne weke li Şengal ku namûs û şerefa me bikeve destê DAIŞ’ê ku xwişk, dayik û keçên me li Mûsilê bi 15-20 dolaran bêne firotin. Ji ber vê bangî hemû ciwanan dikim ku tevlî PKK’ê bibin.”
PKK JI BO AZADIYA HER ÇAR PARÇEYAN TÊDIKOŞE
Siyamend Germiyan jî ji Kerkûkê tevlî bûye û wiha dibeje: “Ez hêvîdar im ku hemû ciwanên Kerkûkê bêne serê çiyayan. Divê bê zanîn ku Kerkûk ne azad e. Rast e, Kerkûk tijî neft û petrol e. Lê nefta Kerkûkê ji bo Amerîka, Îsraîl û dijminan diçe. Tenê qirêjiya wê ji bo gelê Kerkûkê dimîne. Bang dikim ku ciwan bêne tevlî PKK’ê bibin. Tenê PKK xizmetî gelê Kurd dike. Li Celewle û derdorê Kerkûkê dema DAIŞ’ê êrîş kir tu hêzan li hemberî DAIŞ’ê ceng nekir. Tenê heval hatin. Heval ne tenê ji bo azadiya Bakur, Rojhilat û Rojava şer dikin. Ji bo azadiya Başûr jî têdikoşin.
PKK PARTIYEKE ŞOREŞGER E
Canfîda Amed ji Helepçeya şehîd tevlî bûye û wiha dibêje: “PKK partiyeke şoreşger e. Zêdetirî 30 sal in li her çar parçeyên Kurdistanê şerekî azadiyê dide. Ez hêvîdar im ku hemû ciwanên Başûr û Helepçeya şehîd tevlî PKK’ê bibin ji bo parastina Kurdistanê. Ji bo parastin û kerameta li Kobanê, Şengal, Celewle û Kerkûkê.”