Ciwanan Nobeda Ocalan dewir girtin

Ciwanan Nobeda Ocalan dewir girtin

Çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd a li Strasboûrgê di hefteya 73. de ey. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Kurd li Ewropayê Ciwanên Azad ve dewir hat girtin.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bênavber li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, dewam dike. Kurdistaniyên her hefte ji bajarên cuda yên Ewropayê tên, agahdariyê dikin, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan berhev dikin.

Çalakiya ku vê heftê ket roja xwe ya 506., ji aliyê du ciwanên endamên Ciwanên Azad û Selvî Ûçar a li Strasboûrgê dijîn ve tê meşandin. Endamên Ciwanên Azad li gel baran û hewa sar jî çalakiya xwe dewam dikin, broşurên "Ocalan Kiye?" yên bi Elmanî, Fransî, Îngilîzî û kurtpirtûkên Ocalan ên bi sernavê "Konfederalîzma Demokratîk" û "Li Kurdistanê Şer û Aştî" belav dikin. Çalakger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan berhev dikin û ji mirovên li derdorê re jî behsa pirsgirêka Kurd û armanca çalakiya xwe dikin.

BANGA BEŞDARIYÊ LI CIWANÊN KURD ÊN LI EWROPAYÊ HAT KIRIN

Yek ji çalakgeran ciwanê bi navê Şahîn diyar kir ku ji ber çalakî ji bo azadiya Ocalan tê kirin girîng e û anî ziman ku heta çalakî bigihêje armanca xwe ewê dewam bikin. Şahîn bang li Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn jî kir û xwest beşdarî çalakiya nobedê û aktîvîteyên din ên ji bo azadiya Ocalan bibin.

Ciwanê bi navê Rojhat ê ji Belçîkayê beşdarî çalakiyê bûye jî got, "Ez weke ciwanekî Kurd ê Êzidî vê çalakiya ji bo azadiya Ocalan gelekî girîng dibînim. Hem li Bakur hem jî li Rojava têkoşînek tê meşandin. Eger em dest bidin hev, emê karibin bigihêjin azadiya xwe. Em jî ji bo vê armancê amade ne hemû fedekariyan bikin."

EV 73 HEFTENE BÊNAVBER DEWAM DIKE

Çalakiya Nobedê ya bi şiyara ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd re azadî destpê kir, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewropayê dewam dike. Çalakiya ku li taxa Robertsaû ya avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê lê ne tê meşandin, her hefte rojên Yekşemê ji aliyê komeke nû ve dewir tê girtin. Çalakiya her roj saet di navbera 7-17 de bênavber dewam dike. Heta niha bi sedhezaran broşur, belavok û biyografî hatine belavkirin û zêdeyî 14 hezar îmze hatine berhevkirin.

Heta niha gelek hunermend, rojnamevan, nûnerên tevgerên Îslamî, Elewî û Êzidî Yên Kurdistanî endamên partiyên Kurd ên ji Rojhilat, Rojava û Başûr piştgirî dane çalakiyê û hefteyekê nobed girtine.