Ciwanan li Stenbolê "Dîwarê şermê" şermezar kirin
Ciwanan li Stenbolê "Dîwarê şermê" şermezar kirin
Ciwanan li Stenbolê "Dîwarê şermê" şermezar kirin
Meclîsa Ciwanan a BDP'a Stenbolê li Navçeya Kuçukçekmeceyê bi boneya "Dîwarê Şermê" yê li Nisêbînê şermezar bike û piştgiriyê bide çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, çalakî pêk anî. Koma Ciwanan ji ber rastî astengiya polîsan hat daxuyanî dan çapemeniyê.
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Stenmolê, bi boneya piştgiriyê bide Rojiya Mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku 5 rojin didomîne û li dijî "Dîwarê Şermê" ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin, xwestin meşekê pêk bînin. Koma ciwanan ku li ber lîseya Kadriye Moroglu ya li taxa Kanarya ya Navçeya Kuçukçekmeceyê kom bûn, heta Nûnertiya BDP'ê ya Taxa Kanarya meş pêk anîn. Gelek endam û rêveberên BDP'ê jî tev li meşê bûn. Komê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê vekirin. Komê di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Ocalan" berz kirin.
Piştî meşê li ser navê ciwanan daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku Komara Tirkiyeyê bi salane li ser Kurdistanê metingeriyê dimeşîne. Ciwanan di daxuyaniyê de anîn ziman ku hikûmeta AKP'ê jî berdewama van polîtîkayan e. Piştî daxuyaniyê çalakî bi siloganan bi dawî bû.
Meclîsa Ciwanan a BDP'a Stenbolê jî li taxa Gulsuyu ya Maltepeyê xwest meşekê pêk bînin. Ciwanên ku li rawestgeha Fatma Hanim kom bûn ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Piştî ciwan rastî astengiya polîsan hat, li Rawestgeha Gulsuyu hat cem hev. Koma ku daxuyanî da siloganên ''Bijî Berxwedana Rojava'' ''Bijî Serok Apo'', ''Li dijî çeteyan mil bidin mil" berz kirin. Li ser navê mecliîsa ciwanan Îsmail Çoban, daxuyanî da û polîtîkaya AKP'ê ya li ser erdnîgariya kurdistanê şermezar kir.
Çalakî bi siloganan bi dawî bû.