Cezayê tazmînata giran a li RRF û rêveberiya Fîlîstînê hat birîn, betal bû

Dadgeheke Îstinafê ya li New Yorkê, cezayê giran ê pere, ku dadgeheke din beriya niha li Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê û Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê (RRF) birî bû, betal kir.

Ji ber êrîşên navbera salên 2002-2004'an ên li Îsraîlê, ku di encamê de welatiyên Amerîkî jiyana xwe ji dest dan, dadgeheke li New Yorkê di Sibata 2015'an de RRF û Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê bi dayîna tazmînata ji 218 mîlyon dolarî mehkûm kiribû. Ev pere, bi faîzên ji ber 'anûnên antî terorê' yên li DYA gihîştibû 655 mîlyon dolarî.

Rûniştina temyîzê ya vê biryarê duh li Dadgeha Îstînafê ya li New Yorkê pêk hat. Di vê rûniştinê de, biryara li dijî rêveberiya Fîlîstînê û RRF hat betalkirin. Di biryarê de hat ragihandin, êrîşên tên îdîakirin ku pêwendiya xwe bi rêveberiya Fîlîstînê re hene 'tirsnak' in û hat destnîşankirin, ku dayîna biryara tazmînatê ne erka dadgeha federal e.

Dadgehê hikum da ku doza tazmînatê bi temamî betal bibe.