Çeteyê DAIŞ’ê ku li Elmanya plansaziya çalakiyê kiriye li Tirkiyê maye

Çeteyê ku rojava Elmanyayê dagir kiriye û tê gotin li ser navê DAIŞ’ê plansaziya çalakiya bombeyî kiriye, Bihar û Bavînê ji Elmanya çûye Tirkiyê û bi mehan li wir maye.

Li gorî nûçeya Dîe Welt ku nûçeya xwe spartiye rayedarên ku lêpirsînê dikin, çeteyê bi navê Cabar El Bakr ku li mala xwe ya Chemnîtzê amadekariya êrîşa bombeyî dikir bi mehan li Tirkiyê maye.

Hate fêhmkirin Cabar el Bakr ê di statûya penaberan de biharî çûye Tikriyê û dawiya Tebaxê dîsa hatiye Elmanya. Piştî ku El Bakr vedigere, tê îdîakirin ku îstîxbarata Elman agahdar bûye ku ev kes wê êrîşekê pêk bîne.

Di nûçeyê de tê gotin piştî li Elmanya vedigere xwestiye ku li eyaleta Sachenê xaniyekî kirê bike û li ser çete pereyekî zêde hebûye. Tê gotin agahiyên teqez di destê saziyên Elman de nîn in bê ka çete Cabar el Bakr li Tirkiyê çi dikr. Li gorî nûçeyê tê gotin, lêkolîna wê tê kirin bê ka çete çûye Sûriyê yan na.

Encama ku ji saziyên Elman ji agahiyan gihanê ev e: El Bakr bi çeteyên DAIŞ’ê re di nav têkiliyê de bûye.

Cabar el Bakr ku dihate îdîakirin wê dawiya hefeteyê êrîş bikira li gelek deveran lê digeriyan. Dihate payin ku li ser navê DAIŞ’e li Berlînê yan jî li devereke dî êrîş bike, ji hêla 3 penaberên Sûriyê ve ku li Leîpzîgê hev nasîbûn, hate desteserkirin û radestî polîsan kirin.

Dozgeriya Federal ku lêpirsîn dikir ragihandibû ku El Bakr li mala xwe ya Chemnîtzê bi 1.5 TATP teqemenî hatiye girtin û du fîtîlên ku bi kêrî teqandina wê tên.