Cenazeyên şervanên YPJ'ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin

Cenazeyên şervanên YPJ'ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin

Cenazeyên şervanên YPJ'ê Jiyanda Kobanê û Xwînda Kobanê yên di pevçûnên dawî yên Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dabûn ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.

Cenazeyên şervanên YPJ'ê  Jiyanda Kobanê û Xwînda Kobanê ku di pevçûnên dawî yên Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dabûn, anîbûn navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê. Ji vir cenaze ji aliyê hezaran kesî ve hatin wergirtin.  Girseya qelebalix ku bê navber diruşmeyên "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê, Şehîd na mirin, Xwîna te li erdê namîna ey Şehîddên bê mirin" berz dikrin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclalan, wêneyên Şehîdên YPG/YPJ'ê, alên TEV-DEM û YPG'ê vekiribûn.

Girseyê ji vir cenaze li ser milan kirin û heta Meydana Şehîdan meşiyan.  Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ekrem Mihemed Emîno,li ser navê malbata şervanê YPG'ê Ebdulbaqî Ehmed apê wî Mihemed Ehmed, li ser navê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Sekreterê Partiya Mihemed Mûsê, li ser navê TEV-DEM'ê Ferzende Munzur û li ser navê malbatên herdû şervên YPJ'ê axaftin hatinkirin.

Di axaftinan de piştgiriya bi hêzên YPG/YPJ'ê re hate nîşandan û soza xwedî derketina li ked û nirxên şehîdan hate dayîn. Di axaftinan de çalakiya Seroka Şaredariya Nisêbînê Eyşê Gokkan ku li dijî çêkirina "Dîwarê Şermê" dest bi gerava biçîbûnê kiriye hate silavkirin. Her wiha çêkirina dîwar jî hate şermezarkirin. 

Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPJ'ê Jiyanda Kobanê û Xwînda Kobanê bi karwanekî turimbêlan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê û bi diruşmeyan spartin axê.