Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm û Hogir spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm û Hogir spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm û Hogir spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Xalid Fendî ê bi nasnav Mezlûm Kobanê û Mihemed Arif ê bi nasnav Hogir ku di berxwedana gundên Qestel Cindo û Cilbirê yên Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve li goristanan şehîd Refîq hatin definkirin.
Bi hezaran kesî cenazeyên şervanên YPG'ê Xalid Fendî yê binasnav Mezlûm Kobanê û Mihemed Arif ê binasnav Hogir ji Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê wergirtin. Girseyê gel ku bê navbera diruşmeyên "Bijî berxwedana YPG'ê û Şehîd Namirin" berz kirin cenazeyên şervanên YPG'ê bi karwaneke ji wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve bi rê kirin. Li vir merasîm hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Arşam Kurdman axivî û êrîşên komên çete şermezar kir. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Mehmûd Efrînî axivî û bal kişand ser berxwedana hêzên YPG'ê ya li dijî êrîşên komên çete. Li ser navê Saziya malbatên Şehîdan jî Mehmûd Efrînî axivî û bal kişand ser berxwedana hêzên YPG'ê ya li dijî êrîşên komên çete. Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG'ê bi diruşme û tilîlîan spartin axê.