Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin
Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin
Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin
Cenazeyê Ozcan Temel ku duh hat îdîakirin ji aliyê koma endamên HUDA-PAR'ê ve hat qetilkirin, piştî otopsiyê ji Êlihê ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin.
Duh êvarî li dijî ciwanên BDP'î yên Êlihê êrîşa çekdarî pêk hat. Hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê koma endamên HUDA-PAR'ê ve pêk hatiye. Di êrîşa çekdarî de ciwanê 26 salî Ozcan Temel jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.
Piştî otopsiyê cenazeyê Temel şandin Êlihê. Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran kesan ve li Êlihê hat pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên li Tesîsên Bardakçilarê kom bûn bi siloganên "Şehid namirin" cenaze pêşwazî kirin.
Bi hezaran kes ji bo cenazeyê Temel defin bikin bi siloganên "Şehid namirin" li kolana Cizîrê rawestiyane. Cenazeyê Temel dê piştî nimêja nîvro li Goristana Taxa Petrolê bi girseyî bê definkirin.