Cenazeyê şervanên YPG'ê Çekdar û Derwîş li Hesekê hatin oxirkirin
Cenazeyê şervanên YPG'ê Çekdar û Derwîş li Hesekê hatin oxirkirin
Cenazeyê şervanên YPG'ê Çekdar û Derwîş li Hesekê hatin oxirkirin
Şervanên YPG'ê Emar EL-Elî (Derwîş Hesekê) û Mihemed El-Kurdî (Çekdar Hesekê) ku di 13'ê Mijdarê de li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên wan serê vê sibê ji aliyê sedan welatiyên bajarê Hesekê ve li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê girêdayî bajar hatin oxirkirin.
Bi armanca oxirkirina cenazeyên YPG'ê Emar Elî (Derwîş Hesekê) û Mihemed El-Kurdî (Çekdar Hesekê) girseya gel serê vê sibê saet di 10:00'an de li Nexweşxaneya Meydanî kom bû. Girse bi karwanekî ji wesayîtan ku bi al û sembolên Kurdî û wêneyên têkoşeran hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawidiyê ve bi rê ket.
Dema karwan gihişt goristanê ji aliyê dehan gundiyan ve hate pêşwazkirin. Li goristana Şehîd Dijwar merasîmek hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) merasîmeke leşkerî pêk anîn.
Di merasîmê de endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Can Paşo axivî di axavtina xwe de bal kişand ser berxwedana YPG'ê û got: "Li beramberî azadiyê gelê xwe em îro xwînê didin û li hemberî her planên ku azadiya gelan hedef digirin disekinin. Zarokên me baweriya xwe bi hêza parastinê tînin." Paşo soz da ku heta azadiyê wê rêya hemû têkoşeran bişopînin.
Di merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demoratîk (TEV-DEM) Ebdulselam Ehmed axivî. Ehmed, diyar kir ku komên çete bi hemû navên xwe hewl didin ku têkiliyên jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Rojava de tune bikin û da zanîn ku yekîtiya gelê Rojava bi vîna ciwanên di çeperên şer de, nahêle ku ti hêzên xêrnexwaz derbasî herêmên wan bibin.
Li ser navê Meclîsa Şêwirmendiyê ya bajarê Hesekê Ebdulletîf El-Zoba bal kişand ser berxwedanana YPG'ê û da zanîn ku YPG hêza herî xurt ku dikare parastina destkeftiyên bi saya xwîna têkoşeran hatine bidestxistin, bike û got ku ew ê li hemberî hemû aliyên ku yekîtiya gelê Rojava hedef digrin rawestin.
Di berdewamiya merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Îlham Asiya, li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star Şirîn Oso, li ser navê YPG'ê Silêman Selaheddîn, li ser navê malbata têkoşer Derwîş Hesekê Ekrem Mehşûş, li ser navê malbata têkoşer Çekdar Elî Derwîş axivîn.
Piştre belgeşehadeta her du têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de endamên YPG'ê cenazeyê têkoşeran rakirin ser milên xwe û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziyê bi têkoşeran re spartin axê.