Cenazeyê şervanê YPG'ê Qehreman ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Qehreman ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Qehreman ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Qehreman Kobanî ku li Grê Sipî di şerê bi komên çete re de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê hezaran kesan hate oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê pêşî birin mala malbata wî ya li gundê Qeremok ê girêdayî Kabonê. Piştî lênêrîna dawî ya malbatê, cenazeyê Qehreman Kobanê ji bo ku bê definkirin birin Goristana Şehîdan a li gundê Tirmîka yê Kobanê. Piştî karwanê cenaze gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê mallbata Qehreman Kobanê birayê wî Mehmûd Mehmûd ,li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Eyto axivîn. Her wiha li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de li ser girîngitiya têkoşînê hate rawestîn û soza şopandina pakrewanên azadiyê hate dayîn. Di axaftinan de her wiha çêkirina "dîwarê şermê" yê ku ji aliyê Tirkiyê ve di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin hate şermezarkirin û bal hat kişandin ku sînorê welatan bi xwîna pakrewanan tê danîn.
Piştî axaftinan cenazeyê Qehreman Kobanê bi tilîlî û dirûşmeyan spartin axê.
Nasnameya şervanê YPG'ê wiha ye:
Nav û paşnav :Ferhan Mehmûd
Nasnav :Qehreman Kobanê
Navê dayîkê :Wediya
Navê bav:Rifhet
Cihê jidayikbûnê û dîrok: Gundê Qeremox /Kobanê/ 1995
Cihê şehadetê: Gundê Bîrkîno/Girê Spî/ 2013