Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Ehmed spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Ehmed spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê  Mihemed Ehmed ê bi nasnav Heneş ku di pevçûnên 8'ê Mijdarê yên li derdora gundê Qestel Cindo de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Ehmed ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê ji aliyê hezaran kesî ve hate wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve hate birêkirin.

Piştî karwanê cenaze gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Efrînî, li ser navê TEV-DEM'ê Hêvîn Zerdeşt axaftin kirin. Her wiha li ser navê malbata Ehmed jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de li ser berxwedana hêzên YPG'ê ya li dijî êrîşên komên çete hate rawestîn û soza şopandina rêya "şehîdan" hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Ehmed bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.