Cenazeyê şervana YPJ’ê ber bi Erziromê ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ’ê ber bi Erziromê ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ’ê ber bi Erziromê ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Hebîbe Ozbey (Vîyan Serhed) ku 10'ê Mijdarê di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji Rihayê anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Cenazeyê Ozbey ber bi gundê Keçela ya Erziromê hat oxirkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Hebîbe Ozbey (Vîyan Serhed) (28) ku di encama şerê Kobanê yê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê MEYADER'ê ve ji deriyê sînor ê Mûrşitpinarê hate girtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Ozbey ji Pirsûsê ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edliyê ya Rihayê. Piştî otopsiyê rêveberên MEYADER'ê cenaze li ava petrolê wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Malbat wê cenazeyê Ozbey bibin gundê ku lê ji dayik bûye ya Keçela yê Erziromê.