Cenazeyê di çala Foseptîk hatibû derxistin yê Abdûrrahman Olcay e

Cenazeyê di çala Foseptîk hatibû derxistin yê Abdûrrahman Olcay e

Di meha Hezîrana 2013’an de li li gundê Tilzerîn ê girêdayî navçeya Mêrdîn a Qoserê di dema kolandina çala Foseptîk de cenazeyek nasnameyê wî ne diyar hatibû dîtin, hat diyarkirin ev cenaze yê kesê bi navê Abdûrrahman Olcay ê hê 18 salî bû hatibû qetilkirin.

Di 30 Cotmeha sala 1995’an de li navçeya Kerboranê  7 kes ji aliyê JÎTEM’ê hatibûn lêpirsînkirin û paşê windakirin. Piştî bi salan lêpirsîn hatibû destpêkirin û çarçoveya vê lêpirsînê de sala derbasbûyî di meha Hezîranê de li navçeya Mêrdîn Qoserê gundê Tilzerîn dema kolandin pêk dihat, di çala Foseptîk de cenazeyek hatibû dîtin, le nasnameya wî nehatibû zanîn. Cenaze ji bo testê DNA şandibûn Saziya Tiba Edlî  ya Stenbolê. Di encama lêkolînê de hat aşkerakirin ku cenaze aîdî Abdûrrahman Olcay ê hê 18 sali bû hatiye qetilkirin.

Agahiyên têkildarî mijarê û rapora ku ATK’ê amade kiriye, nasnameya Olcay ku hat diyarkirin ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Merdînê Erdal Kuzu, rêvebirên şaxê, bavê Olcay Mehmet Alî Olcay ku ji Wanê hatiye û xwişka wê Meryem Olcay re civînek hat lidarxistin.

Erdal Kuzu da diyarkirin ku, heya niha ji 7 kesên ku ji aliyê JÎTEM’ê hatine înfazkirin tevî Olcay nasnameya 5 kesên din ku li çalên cuda de hatine dîtin aşkera bûne. Tenê cenazeyê 2 zarokan nehatine dîtin.

Kuzu got ku li her derê Kurdistanê gorên komî hene, bi JÎTEM’ê re sûcên ku li hemberî mirovatiyê hatine kirin organîzetorê wê û tetîkkêşê wê dewleta ku JÎTEM’ê ava kiriye bi xwe ye û wiha got, “Failên hemû windahiyan dewlet bi xwe ye, li navenda Mêrdînê avahiya JÎTEM’ê, li Kerboranê Mehmet Tîre, li Qoserê Attîla Ugur, li Dêrika Çiyayê Mazî Mûsa Çîtîl ev hemû tetîkkêşên dewletê ne.

Kuzu da diyarkirin ku, di herî serî de berpirsyarê windahiyên Kerboranê Mehmet Tîre ye, lê niha jî emdamê AKP’ê ye.”

Kuzu di dewama axaftina xwe de got, “Di bin banê meclîsê de avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan daxwazê me yê herî sereke ye.”