Çekên kîmyewî yên dawî yên li Lîbyayê gihîştin Elmanyayê
Çekên kîmyewî yên ji serdema lîderê têkbirî yê Lîbyayê Mûammer Kaddafî mayî, ji bo bên tinekirin gihîştin bajarê Munster ê Elmanyayê.
Çekên kîmyewî yên ji serdema lîderê têkbirî yê Lîbyayê Mûammer Kaddafî mayî, ji bo bên tinekirin gihîştin bajarê Munster ê Elmanyayê.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) da xuyakirin, ku 500 ton madeyên kîmyewî yên ji bajarê Mîsrata hatin şandin, gihîştin Elmanyayê. Di daxuyaniyê de hat gotin, Şîrketa Tinekirina Çekên Berê û Madeyên Kîmyewî (GEKA) a li bajarê Munsterê, bi rengekî 'ewle' ev madeyên kîmyewî teslîm girtine. Li gorî daxuyaniyê, madeyên kîmyewî bi 23 konteyniran di ser Danîmarkayê re hatine anîn.
Fikar hebûn ku ev çek û madeyên kîmyewî yên ji serdema Mûammer Kaddafî mayî, bikeve destê çeteyên DAIŞ'ê. Bajarê Sîrte ku bi 200 kîlometreyî dûrî depoyên çekên kîmyewî yên li bajarê Mîsrata ye, ji sala 2015'an ve di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû.