Budçeya Yewnanîstanê yekemcar zêde kir

Li Yewnanîstanê, ku ji sala 2010'an û vir ve ji ber polîtîkayên tund ên teserûfê gel tengav bûye, budçeyê yekemcar zêde kir.

Li gorî daneyên 7 mehên destpêkê yên îsal, ku ji aliyê Wezareta Maliyeyê ya Yewnanîstanê ve hat ragihandin, berevajî texmînên kêmkirin, budçeyê zêde kir. Wezaretê ragihand, ku ew li bendê bûn 875 mîlyon euro valahî di budçeyê de derkeve, lê budçeya gelemperiyê di nava 7 mehên destpêkê de bi 3 mîlyar û 570 mîlyon euroyî zêde kiriye.

Wezaretê li xwe mikur hat ku ev zêdebûna budçeyê ji ber teserûfa tund a li gelek qadên civakî, pêk hatiye.

Lê belê li van daneyên demkî yên hatine ragihandin, hatin û çûyînên rêveberiyên herêmî nehatine bicihkirin. Her wiha beşek ji lêçûnên parastinê û lêçûnên ewlekariya civakî jî tevlî vê hejmarê nehatiye kirin.

Tê gotin, eger budçe di dawiya salê de zêde bike, wê ji bo dayîna deynên cemaweriyê, hêviyek peyda bibe.

Li gorî daneyên sala 2015'an, deynê cemaweriyê yê Yewnanîstanê 320 mîlyar euro ye.