Brîtanya û Fransa li dijî penaberan dîwaran lê dike
Piştî welatên Ewropaya Navîn, vê carê jî Brîtanyayê da xuyakirin ku ji bo pêşî li penaberan bigire wê li Fransayê dîwar lêkin.
Piştî welatên Ewropaya Navîn, vê carê jî Brîtanyayê da xuyakirin ku ji bo pêşî li penaberan bigire wê li Fransayê dîwar lêkin.
Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Robert Goodwill da xuyakirin ku li qada benderê ya li bajarê Calaîs a Fransayê, dixwazin li cihê ku têl lê hene, dîwarekî jî lêbikin. Goodwill destnîşan kir ku wê dîwar 4 metroyan bilind û kîlometreyekê jî dirêj be.
Dîwarê ku wê 2,7 mîlyon eûrê lê biçe, wê ji hêla hikûmetên Fransa û Brîtanyayê bê lêkirin. Di meha Adarê de biryara têkîldarî lêkirina dîwêr hatibû ragihandin.