Brîtanya dixwaze li nava bazara Yekîtiya Ewropayê bimîne

Wezîr Davîd Davîs, nexşerêya li ser derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) li Kamara Avamê da nasîn û diyar kir, welatê wî alîgir e ku bi Yekîtiya Ewropayê re bazirganiya serbest bimeşîne.

Davîd Davîs ku piştî referandûma Brexît a 23'ê Hezîranê hat wezîfedarkirin, da xuyakirin ku welatê wî naxwaze mafê ketina nava bazara Yekîtiya Ewropayê ji dest berde, lê ew ê nebin parçeyekî wê.

Davîs diyar kir, peymana bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê, 'diyariyeke yekalî' nîne û îdîa kir, ku ev yek bi kêrî her du aliyan tê. Lê Davîs destnîşan kir, ku kontrolkirina koçberiyê ji bo hikûmeta Brîtanyayê 'di asteke bilind' de girîng e û careke din dubare kir, ku ji ber vê yekê ew li dijî mafê ger û geşta serbest a karkeran e.

Davîd Davîs îxracata pîşesaziya wesayîtan a Elman ji bo Brîtanya Mezin mînak nîşan da û got, ji ber vê yekê ew li bendê ne welatên Yekîtiya Ewropayê peymana bazirganiya du alî erê bikin.

DAXUYANIYÊN HETA NIHA YÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ, LI DIJÎ VÊ NE

Piştî biryara Brîtanyayê ya derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê, xuya ye yek ji xalên ku di muzakereyên derketinê de herî zêde zehmetiyê bikişîne, wê peymana bazirganiya serbest be. Di daxuyaniyê Yekîtiya Ewropa yên heta niha hatin kirin de hat destnîşankirin, ku peymaneke bi vî rengî ancax bi pejirandina 4 mafên bingehîn ên Yekîtiya Ewropayê pêkan e.

Ev 4 mafên bingehîn jî; bi serbestî birin û anîna malan, bi serbestî gera mirovan, xizmet û sermayeya serbest in. Heta ku ev maf bi temamî neyên qebûlkirin, xuya ye peymana bazirganiya serbest wê bi destê Brîtanyayê nekeve.