Binçavkirin li Sêrtê hatin şermezarkirin
Binçavkirin li Sêrtê hatin şermezarkirin
Binçavkirin li Sêrtê hatin şermezarkirin
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Sêrtê û Rêxistina Misirc a DBP’ê ji bo 3 kesên di xwepêşandanên ji bo Kobanê de li Misirc hatin qetilkirin, li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê binçavkirin û girtin jî hatin şermezarkirin.
Di xwepêşandanên li tevayî Sêrtê yên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê de, Şaredarê Misirc ê AKP’yî û xizmên ku gel gulebaran kiribûn 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê Zana Aksu ku daxuyanî xwend got ku kesên bûn sedema ku 3 kes jiyana xwe ji dest bidin û gelek kes birîndar bibin, hê nehatine binçavkirin û got, “Ev ji bo rêgezên dewleteke hiqûqê bi gotina herî hêsan skandaleke. Lê belê kesên tevlî xwepêşandanên protestoyî dibin her roj tên binçavkirin.
Aksu di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên nexweş û got ku di girtîgehan de hê jî 228 jê giran 578 girtiyên nexweş hene û xwest demldest bên berdan.
