'Bila Yuksekova bibe Gever'
'Bila Yuksekova bibe Gever'
'Bila Yuksekova bibe Gever'
Meclisa Geverê ya Şaredariyê, di civina meclisê de bi yek dengî biryar girtin ku navê Yuksekova bi fermî bibe Gever. Meclisa ji bo biryarê bixe meriyetê dê serî li rayedarên dewletê bidin.
Şaredariya Geverê civîna xwe ya meclisê ya mehane pêk anî. Meclisa Şaredariyê ku di serokatiya Wekîlê Şaredarê Geverê Muhyettin Onal de li hev kom bû, xwest di çarçoveya "Pakêta Demokratîkbûnê de navê hemû cih û warên berê yên şûnwaran bên rastkirin û navê wan ê resen ên berê li wan bê kirin. Meclisê di civînê de bi yek dengî biryar girtin ku navê tirkî yê Yuksekova bi awayekî fermî bibe Gever û wekî Gever bê zanîn û di belgeyan re derbas bibe.
Wekîlê Şaredar Muhyettin Onal anî ziman ku, di serdema Împaratoriya Osmanî de jî nav nehatibûn guhertin û niha navê hemû war û şûnwaran hatiye guhertin. Onal da zanîn ku wan piştî biryar girt û şûnde dê serî li cihên peywendîdar bidin.