Bi wêneyê kurê xwe li benda agahiya serkeftinê ye
Bi wêneyê kurê xwe li benda agahiya serkeftinê ye
Bi wêneyê kurê xwe li benda agahiya serkeftinê ye
Fatma Bulut a ji Sêrtê hatiye û tevlî çalakiya nobeta li sînor bûye, wêneyê kurê xwe yê PKK’î ku jiyana xwe ji dest daye ji ser singa xwe deqeyekê nade xwarê û li benda agahiya serkeftinê ya Kobanê ye.
Gelek dayikên ku zarokên xwe di tevgera azadiyê de winda kirine, li xeta sînor bi armanca piştevaniya Kobanê nobetê digirin. Dayika Suleyman Basut (Resûl) ê PKK’î ku jiyana xwe ji dest daye, Fatma Bulut a 60 salî ku Berwariya Sêrtê ye, hat gundê Mehserê û bi wêneyê kurê xwe yê di hembêza wê de ye li Kobanê dinêre û li benda agahiya serkeftinê ye.
Dayika Fatma diyar kir ku kurê wê li Herekolê şehîd ketiye û ji roja ku kurê wê şehîd ketiye heta niha wêneyê wî ji xwe veneqetandiye û yên li Kobanê li ber xwe didin wek kurê wê ne û got: “Gundê me şewitandin. Kurê min wisa tevlî PKK’ê bû. Niha ez ê li bende agahiya serkeftinê bim. Hevalên kurê min wê qezenc bikin.”