'Bi saya Ocalan jinên Kurd li qadên jiyanê ne'

'Bi saya Ocalan jinên Kurd li qadên jiyanê ne'

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di 1’emîn Konferansa Meclîsa Jinan a li Nîsêbînê hate lidarxistin de axivî û got ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên Kurd li hemû qadên jiyanê ne.

Meclîsa Jinan a Nisêbînê, 1’emîn Konferansa Jinan pêk anî. Konferansa ku diyarî Arîn Mîrxan a li Kobanê çalakiya fedaî pêk anî û hemû jinên li Rojava jiyana xwe ji dest dan nate kirin de meclîsa ji 21 jinan pêk tê hate avakirin. Konferans li Salona Konferansê ya Apê Mûsa ya Navenda Çandê ya Mîtanniyê bi dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya jiyana azad e” hat lidarxistin û Parlamentera HDP’ê Gulser yildirim Endama PM a DBP’ê Xecê Şen Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê Zînnet Aglat, endamên meclîsa şaredariyê, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên DBP’ê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Nisêbînê, xebatkarên Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Gulsîlav, Kooperatîfa Jinan a Nisêbînê, xebatkarên Navenda Çandê ya Mîtanniyê, aktîvîstên DOKH’ê, rêveberên MEYA-DER, TUHAD-DER û KURDÎ-DER’ê û endamên Meclîsa Jinan a Pêkhateyên  KESK’ê û delegeyên konferansê beşdar bûn.

Li salona konferansê wêneyên Arîn Mîrxan, Hanîfa Gungor (Hêlîn Bagok), Kader Ortakaya, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Layla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin daliqandin. Her wiha pankartên “Sê jinên azad em we tu car ji bîr nakin", "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye, ji qirkirina jinê re na!", “Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e” û “Me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwanî bi ser kevin” hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ya konferansê Xecê Şên kir. Şen di axaftina xwe de got ku wan konferansa xwe di şexsê Arîn Mîrxan a li Rojava jiyana xwe ji dest da de diyarî hemû jinên jiyana xwe ji dest dane kirine û jin ji bo azadî û demokrasiyê bi salan e têkoşînê didin. Şen destnîşan kir ku dema mirov qala ruhê berxwedana Kobanê dike zehmetiyê dikêşe, jinên Kurd di hemû qadên jiyanê de xwe parastine û têkoşîna xwe meşandine. Şen got ku di vê pêvajoyê de avakirina meclîsan berpirsyariyek e, rol û mîsyona meclîsên jinan xurtkirina jiyana komunal û pirsgirêkên civakî û aborî anîna li ser ziman e."

Hevşeradara Nisêbînê Sara Kaya jî bi bîranîna Zîlan, Bêrîtan, Arîn Mîrxan, Hêlîn Bagok û Rahşan Demîrel dest bi axaftina xwe kir û got ku konferansa wan bi saya têkoşîna wan hatiye vê aste. Kaya got ku jinên Nisêbînê çawa heta îro pêşengî kir îro şunde jî dê ji bo têkoşîna jinên Kurd pêşengiyê bike.

Parlamenter Yildirim jî diyar kir ku jinên Kurd bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê xwe nîşan dane. Yilidirim wiha got: “Birêz Ocalan dibêje ku heke di jiyanê de jin wekî kole tên dîtin û bê bikaranîn ew jiyan seqet e, felc e. Jiyan ji du hebûna pêk tê. Yek jin e yek jî zilam e. Heke jin di jiyanê de bêîrade bê hiştin û xwediyê axaftinê nebe wê demê nivê civakê felc e, bêîrade ye û kole ye. Wê demê jiyan bêwate dibe. Ji ber vê yekê jinên ku felsefeya Birêz Ocalan parve dikin bedena mirovan dikin yek jin in.”

‘HEMÛ CÎHAN QALA TÊKOŞÎNA JINÊN KURD DIKE’

Yildirim da zanîn ku îro Ocalan felsefeyeke ku hebûna jinan bi hemû cîhanê daye qebûlkirin dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd bi saya vê felsefeyê ji hemû jinên cîhanê bi şans e. Em di ferqa felsefeya ku ji bo afirandiye ne. Dİ heman demê de barê ku ev felsefe dixe li ser milê me jî dizanin. Jinên Kurd niha têkoşîna xwe li Kobanê û Şengalê nîşanî hemû cîhanê daye. Hemû cîhan qala têkoşîna jinên Kurd dike. Jinên YPJ’î wiha dibêjin; Em tenê ne ji bo azadiya jinê ne Kurd ji bo azadiya hemû jinên Rojhilata Navîn ji ber ku li ser milên xwe hîs dikin li vir in.”

Piştî Yildirim Berdevka Dayikên Aştiyê yên Nisêbînê Perîhan Altug mafê axaftinê girt û peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê ji bo jinan şandibû xwend. Piştî peyam hate xwendin Meclîsa Jinan a ji 21 kesan pêk tê hate hilbijartin û konferans bi dawî bû.