Bi hezaran şervana YPJ’ê Ozbey oxir kirin

Bi hezaran şervana YPJ’ê Ozbey oxir kirin

Şervana YPJ'ê Habîbe Ozbey (Viyan Serhed) ya li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li gundê Keçelan a Tekmanê bi girseyî hate definkirin.

Habîbe Ozbey ya YPJ’î di roja berxwedanê ya 59’emîn de di pevçûneke bi DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest da û cenazeya wê ji Pirsûsê hat girtin û birin gundê Keçelan ya navçeya Tekman a Erziromê. Di merasîma cenazeyê de rêveber û endamên DBP, HPD û ÎHD’ê û bi hezaran kes amade bûn.

Cenazeya Ozbey li Kanîreşa Çewlîkê bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ hat pêşwazîkirin û konvoya ji sedan wesayîtî  birin gundê Keçelan. Li mizgefta gund piştî wecîbeyên olî  cenaze hate definkirin.

Serokê DBP’a Navendî Sabahattîn Yilmaz axivî û got: “Bi berxwedana xwe li cîhanê hatin pîrozkirin. Em serbilindiya vê dijîn. Di serdemeke wisa ku pêşeroja me tê avakirin de ger em dikarin behsa Kurd û Kurdistanê bikin ev bi saya şehîdan e. Dema şehîdên me digihêjin şehadetê ji dijminan re peyamekê dihêlin. Em jî sozê didin hevala Viyan û dibêjin wê têkoşîna te bê jiyîn."

KOLETÎ QEBÛL NEKIR Û ÇÛ KOBANÊ

Birayê Ozbey, Nasir Ozbey jî got ku bi xwişka xwe re sê roj berê di telefonê de axiviye û jêre wiha gotiye: “Ger ez li cem te bûma, ez ê bizewiciyama û bibûma koleyê mêr. Lê min ev qebûl nekir. Ger tu vir bibînî.  Kevir, darên Kobanê bikarîba bigota çi hatiye serê me. Min soz daye wan û hevalên xwe. Heta Kobanê azad nebe ez li vir im.”

Birayê wê Ozbey diyar kir ku Habîbeyê ji ber ku koletî qebûl nekir çû Kobanê.