Bi hezaran kes serxweşiya Ozcan Temel ziyaret kirin

Bi hezaran kes serxweşiya Ozcan Temel ziyaret kirin

Li Êlihê, serxweşiya ji bo Ozcan Temel ê di encama êrîşa komeke endamên Huda-Parê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat ziyaretkirin. Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata li serxweşiyê axivî û got, "em vê tabloyê nas dikin, me ev wêne berê jî dîtibûn." Ata banga ronîkirina bûyerê li hikûmeta AKP'ê kir.

Bi hezaran kesên ku di nav de Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Melîha Varişli, Nezîr Gulcan, rêveberên BDP û HDP'ê, pêkhateyên DOKH'ê û Dayikên Aştiyê jî hebûn li ber Zekî Otel'ê hatin cem hev û ber bi konê serxweşiyê yê li Taxa Petrolê meşiyan. 

Di meşê de pankarta bi nivîsa "Heval Ozcan namire" hat vekirin û dirûşmên "Kujer Huda-Par", "Kujer Hîzbûllah", "Hevalê Ozcan namire" "Şehîd namire" û "Êlih ranezê li şehîdê xwe xwedî derkeve" hatin qîrîn. Girseya gel li ber konê serxweşiyê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiy^Menfiyet Çelîk li serxweşiyê peyivî û bang li gelê Kurd kir ku bi çalakiyan xwedî li Temel derkeve.

Bavê Temel Mehmet Emîn Temel jî bang kir ku kujerên kurê wî tavilê bên aşkerakirin û got, "Bila kes van kujeran veneşêrin. Kujer kî be divê hesab bide û dewlet jî li ser bisekine." Dayika Temel Muzeyyen Temel jî heman bang kir.

Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî da xuyakirin ku di salên 1990 de li gorî daneyên fermî yên ÎHD'ê 500 kes di encama kuştinên kiryar ne diyar de hatine qetilkirin û diyar kir ku kesên li pişt van kuştinên kiryar nediyar ji aliyê herkesî ve tên zanîn. Ata ragihand ku AKP'ê gotiye ewê bi paşerojê re rûbirû bimîne lê belê di doza Ergenekon a li Stenbolê û di doza JÎTEM a li Amedê de, darizandinek ku kuştinên kiryar ne diyar ronî bike, nameşîne.

Ata anî ziman ku Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û hikûmeta AKP îdîa dikin ku di dema wan de kuştinên kiryar ne diyar rû nedane û got, "Bûyerên heta niha hatin jiyîn, di serî de jî Roboskî ji nedîtî ve hatin. Lê îro bi aşkera diyar e ku kuştinên li Êlihê hewl tê dayîn weke kiryar nediyar bihêlin. 24 saet di ser re derbas bû, li vî bajarî hin binçavkirin rû dan. Lê belê hînê kiryar nehatine diyarkirin. Ev vê tabloyê dinasin, me ev wêne berê jî dîtin. Eger di ser re 24 saet bihurîbe û hînê we kujer aşkera nekirin, hingî diyare ku ti derdekî we yê aşkerakirina kujeran nîne. Ev lîstik vala derketin û careke din jî bi kêr nayên."

Ata diyar kir ku yên kujer derxistin pêşberî tevgera azadiyê îro di nava heman lêgerînê de ne û got, "Hin pirsên me hene bila Birêz Serokwezîr bibersivîne. Ew kesên ku beriya 10 rojan we bi destê wan girtin, dixwazin bi zora çekê belavokan belav bikin. Ew jî têra wan nake, diavêjin ser daweta me. Ew jî têrê nake, komkujiyê dikin. Birêz Serokwezîr tuyê wan çekên di destê kesên te bi destê wan girtiye, ji nedîtî ve were. Eger siyasetê were kirin, li ser ser û çavan. Lê di bin navê siyasetê de yên ku berê çekê careke din didin vî gelî bila baş bizanibin, ev gel dê li ber xwe bide." 

Ata bibîr xist ku gelê Rojava li dijî çeteyan li ber xwe dide û got, "Gelê piştgiriya ji çeteyên li Rojava re tê dayîn, niha jî ji bo ew hêzên li Êlihê li dijî vîna gelê me derdikeve tê dayîn. Gelo dibêjîn; êdî li derveyî sînor şer nekin werin têkoşîna xwe ya çekdarî li nava Êlihê bimeşînin. Bila serê xwe li ser van baş biêşînin. Divê Serokwezîr bi xwe bê serdana vî konê serxweşiyê. Ev ciwan di dema wî de ji aliyê komên çeteyan ve hat qetilkirin."