Bi hezaran kes di teziyeya gerîlayê HPG’ê Demîr de amade bûn
Bi hezaran kes di teziyeya gerîlayê HPG’ê Demîr de amade bûn
Bi hezaran kes di teziyeya gerîlayê HPG’ê Demîr de amade bûn
Konê teziyeyê yê ji bo gerîlayê HPG’ê Azad Demîr (Afad Colemêrg) ê li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, hat vedan bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Azad Demîr (Afad Colemêrg) ê hefteya buhrî li Şengalê di êrîşeke çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Cevdet Paşa konê teziyeyê hat vedan. Bi hezaran kesên li ber Garaja Şaredariyê ya berê kom bûn, di destê wan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayê HPG’ê Azad Demîr û birayê wî Hozan Demîr ê di şerekî li hember artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, ber bi konê teziyeyê ve meşiyan. Girseyê dirûşmên, “Qatil DAIŞ, hevkar AKP" û “Wê Kobanê ji DAIŞ re bibe gor” gotin.
Di meşê de endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Mustafa Avci, Serokê Rêxistina Bajêr a HDP’ê Harûn Okay, Serokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Mîraz Çalli, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya, hevserokên navçeyan, Serokê Şaxa MEYA-DER a Wanê Salih Kaplan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasî û aştiyê, Serokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Mîraz Çalli axivî. Çalli got ku kesên li Şengalê şehîd ketine ji bo aştî û azadiyê canê xwe feda kirine û got, “Eger Şengal rizgar bibe wê Kobanê jî rizgar bibe. HPG, YPG/YPJ li Şengalê û Kobanê ji bo rûmeta mirovatiyê şer dikin.”
Piştî Çalli endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Mustafa Avci axivî. Avci gotinên Erdogan ên ‘Wê Kobanê bikeve. Wê dor bê Efrîn û Cizîrê’ û got, “Ev ne gotinên vala ne. Li pêşiya wan hedefek wiha heye û dixwazin bixin pratîkê. Lewma talûke pir mezin e. Gelê Kurd divê di vê pêvajoyê de li Şengal û Kobanê xwedî derkeve.”
Herî dawî bavê şervanê HPG’ê Demîr, Îsmaîl Demîr jî got ku şehîd şehîdên hemû Kurdistanê ne û wiha dewam kir, “Divê gelê Kurd li her cihî têkoşîna xwe pêş bixe.”


