Bi hezaran kes çûn teziyeya Ozcan Temel
Bi hezaran kes çûn teziyeya Ozcan Temel
Bi hezaran kes çûn teziyeya Ozcan Temel
Bi hezaran bi meş çûn serdana konê teziyeyê yê ji bo Ozcan Temel ê hat qetilkirin.
Li Êlihê ji bo Ozcan Temel ê di êncama êrîşa komeke ku tê îdîakirin endamê HUDA-PAR’ê ne hat qetilkirin, di pêşengiya Rêxistina BDP’ê ya Êlihê de li ber Otela Zekî ya li Taxa Petrol konê teziyeyê hat vedan. Îro bi meşeke bi tevlîbûna bi hezaran kesî ber bi konê sersaxiyê meşek hat lidarxistin. Parlamentera Êlihê ya BDP’ê Ayla Akat Ata, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Melîha Varişli, Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay, rêveberên BDP’ê yên bajêr, navçe û bajarokan, her wiha rêveberên HDP, MEYA-DER, ÎHD, KURDÎ-DER, pêkhateyên DOKH’ê, endamên Meclîsa Ciwanan a BDP’ê, aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn.
Di meşê de ku pankarta "Heval Ozcan nemire" hat daliqandin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Temel, her wiha alên KCK û PKK’ê hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmayên "Qatîl HUDA PAR", "Qatîl Hizbullah", "Rêheval Ozcan nemire", "Bila fail bên dîtin hesab bê pirsîn”, “Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
Di dema meşê de li ser Caddeya Korikê komek ciwan lastîk şewitandin û dirûşm berz kirin. Girse li ber kon ji aliyê bi sedan kesî ve ku hat pêşwazîkirin, rêz hat girtin û sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin. Bi avahiyeke li ber kon jî pankarta “Em sond dixwin wê tola te bê rakirin” û wêneyê Temel hat daliqandin. Piştî duayan nameya ku ji bo Temel ji girtîgehê hatibû şandin hat xwendin.
Her wiha ji Amed, Sêrt, Bedlîs, Wan, Mêrdîn û Şirnêx gelek rêveberên BDP’ê û nûnerên saziyên civaka sivîl tên serdana sersaxiya Temel.
Hat ragihandin ku wê sibe taziye bê bidawîkirin. Ligel wê komek ciwan li ser Caddeya Korikê kom bûn û lastîk şewitandin. Polîsên bi maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê jî bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeyî ciwanan kirin.