Bi destên xwe yên biçûk brîketan dibin dibistanê
Bi destên xwe yên biçûk brîketan dibin dibistanê
Bi destên xwe yên biçûk brîketan dibin dibistanê
Xebatên ji bo avakirina dibistana pewerdehiyê ya Konbajarê Arîn Mîrxan a ji bo perwerdehiya zarokên Kobanê didome.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê bi dehan malbatên Kobanî yên neçar man koçî herêmê bikin, welatiyên Kobanê yên bi derfetên welatiyan di kon de dimînin. Zêdetirî 3 hezar Kobanî yên di Konbajarê Arîn Mîrxan de dijîn ji bo zarokên Kobanî du kon wekî cihê perwerdehiyê hatin avakirin. Welatiyên Kobanî yên ji bo karê înşaetê biqede dixebitin, zarokên Kobanî ji bo demildest dest bi perwerdehiyê bikin bi destê xwe yê biçûk brîket radikin û alîkariya înşaetê dikin.
Mistefa Abdullah ê ji Kobanê diwarê înşaetê çêdike zarokê bi navê Osman Ehmed (7) yê alîkariya wî dike dibêje "Min gelek bêriya Kobanê kiriye". Ehmed diyar kir ku ji bo demildest avakirina înşaetê biqede em perwerdehiya bi Kurdî destpê bikin. Welatiyê Kobanî yê bi navê Ehmed Elî diyar kir ku ji ber rejîma Sûriyeyê me nikarîbû perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, lê ji ber niha ev derfet ketiye destê zarokên me, em gelek bi kêfxweşin.
Zarokê bi navê Elî Mihemed ê ku di karê înşaetê de alîkariyê dike anî ziman ku heya pola 5'emîn min perwerdehî dîtin, niha ez dixwazim perwerdehiya xwe bi kurdî bigirim û wiha got:"Ji bo ku em li vir tenê Kurdî fêr bibin. Ev tiştek gelek xweş e."
Gulistan Mahmud (5) ku temaşeyî xwişk û birayê xwe dike ew ji dixwaze di înşaetê de bixebite û alîkarî bike. Gulistan jî dibêje "Ez ê bi Kurdî baxivim, binivîsim."