Bi darvekirinên Îranê li Amedê hat şermezar kir
Bi darvekirinên Îranê li Amedê hat şermezar kir
Bi darvekirinên Îranê li Amedê hat şermezar kir
Saziyên sivîl ên civakî têkildarî darvekirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê Rejîma Îranê ve pêk hat, li Park Ormanê kom bibin û daxuyaniyê dan çapememeniyê. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, bal kişand ser gotina Serokwezîr Erdogan a "Em nikarin li hemberî kesên li gelê xwe zilmê bike bêdeng bimînin" û got: "Gelo Serokwezîr Erdogan dê ji bo van darvekirinan çi bêje."
Saziyên sivîl ên civakî, bi boneya darvekirina ciwanên kurd Hebibullah Gulperipur û Selmasta Riza Îsmail Mamedî ku ji aliyê Rejîma Îranê ve hat darvekirin şermezar bike li Park Ormani daxuyanî dan çapemeniyê.
Di çalaikyê de rêveberên KCD, ÎHD, Egîtim Sen, TMMOB, KESK, Meclisa Aşityê MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, GOÇ-DER, Odeya Tabîban, TUHAD-DER, KURDİ-DER, Komeleya 78'an û gelek kesên din amade bûn.
Komê di çalakiyê de wêneyên ciwanên kurd ên ji aliyê rejima îranê ve hat darvekirin bilind kirin. Girsê di çalakiyê de siloganên "Şehîd namirin", "Qatil Îran dê hesap bide" û "Darvekirin sûcê mirovahiyê ye" berz kirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa Egîtîm Senê Kasim Birtek, daxuyanî da û darvekirinên ciwanên kurd şermezar kir. Bîrtek anî ziman ku hemû welatên cîhanê li hemberî van darvekirinên siyasetmedarên kurd bêdeng e û xwest her kes li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilicî jî anî ziman ku wekî saziyên sivîl ên civakî van darvekirinan qebûl nakin û dê li hemberî vê yekê dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin.