Bermahiyên DAIŞ’ê li Cilbirê rastiyan diyar dike

Bermahiyên DAIŞ’ê li Cilbirê rastiyan diyar dike

Piştî ku gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ji çeteyan hat rizgarkirin, gundî li gundê xwe vegeriyan. Lê belê gundiyên li malên xwe vegeriyan, ji ber talan û wêrana çeteyan matmayî man.

Piştî ku gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgar kirin gundî vegeriyan malên xwe û dîtin ku çeteyan her tiştên ji malên wan dizîne û tiştên nikarîbûn bidizin jî li pey xwe şikandine. 

Her wiha bermahiyên çeteyan ji şûşeyên alkolê yên vala ku wan vexwaribûn, li pey xwe hiştibûn, rastiya wan bi Îslamê re dida diyarkirin. Ev komên çete ku dibêjin em di bin navê Îslamê de şer dikin, bi van kiryarên wan diyar e ew çiqasa ji Îslamiyetê dûr in.

Welatiya bi navê Fatme Mihemed ji şêniyên gundê Cilbirê diyar kir ku wê mala xwe bi cih û rengê derî nas kiriye û çeteyan her tişt di malê de tevlîhev kirine. Fatme piştî mala xwe dît wiha got: “Alavên ku me bi keda salan daye ji bo em bikirin ji malê hatibû dizîn û çeteyan şûşeyên vala yên alkolê li pey xwe hiştibûn. Evan çeteyan di bin navê Îslamê de êrîşê me dikin û tu têkliyên wan bi ola îslamê re tune ne.”

Welatiyên bi navê Ednan Mihemed ku li aliyekî gundê Cilbirê rûdine hovîtiya çeteyan wiha diyar kir:  “Dema min li gel hêzên YPG’ê parastina mala xwe dikir, di nava çeteyan de min gelek dîtin ku bi zimanê biyanî diaxivîn û nizanîn ew li ku derê ne. Beriya ku ew êrîşî me bikin min nizanî ku ewqas hov in, wek dibêjin kesê dîtiye ne wek kesê bîstiye.” 

Li aliyekî din welatiya bi navê Cemîle Elî ya ji heman gundî der barê dîtinên xwe de wiha got: “Kiryarên komên çete ku li gundê me kirine, dema ez vegeriyam mala xwe her tişt li erdê bû û hatibûn xerakirin û çêlçûkên min xwedî dikirin ji bo ez bifiroşim û debara xwe jê bikim serê wan jêkiribûn.”