Berfirehiya hevdîtina Îmraliyê
Berfirehiya hevdîtina Îmraliyê
Berfirehiya hevdîtina Îmraliyê
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bernedana girtiyên nexweş nerazî ye. Onder diyar kir ku Ocalan xwestiye siparteyeke qanûnî were afirandin û derfetên ragihandinê bên berfirehkirin û got, "erdê em tê re derbas dibe mîna pira siratê ye, ne diyare kiyê jê bikeve, kiyê li ser bimîne."
Heyeta ji Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîna Bûldan, Îdrîs Balûken û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Pêvajoya Çareserî û Muzakereyê Berpirsyar Sirri Sureyya Onder, pêr çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina 12. lidar xistin.
OCALAN BI HEYETA DEWLETÊ RE HEVDÎTIN KIR
Sirri Sureyya Onder der barê hevdîtinê de agahî da ANF'ê û ji go rewşa tenduristiya Ocalan got, "Gelekî baş bû, zindî bû û moralê wî bilind bû. Min ew baş dît. Bi gotina Pervîn Xanimê, li gorî du sê hevdîtinên dawî, herî zêde di vê hevdîtinê de moralê wî bilind bû."
Ocalan di hevdîtina 22'ê Cotmehê ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re diyar kiribû ku ew li benda heyeta dewletê ye, lê belê di hevdîtina hefteya bihurî ya bi xwişka xwe Fatma Ocalan re gotibû, "kes bi min re neaxiviye."
Li gorî agahiyên Onder dan; heyeta dewletê ya Ocalan li bendê bû, pê re hevdîtin kir. Onder got, "Diyar kir ku berî me bi rojekê bi heyeta dewletê re hevdîtineke demdirêj kiriye. Destnîşan kir ku hevdîtin berfireh û berhemdar bû."
Onder gotinên Ocalan ên der heqê destwerdana li heyetê jî wiha ragihand: "Ez vê yekê weke karê zarokatiyê dibînim. Ji ber di mijarên Erdogan weke pirsgirêk dibîne de em helwesteke demokratîk nîşan didin, divê di şûna van pêkanînan de ji me re spas bike. Vegereke çêkere ku heyet ji nû ve ji aliyê BDP û HDP'ê ve tê diyarkirin."
Onder diyar kir ku heyeta ji niha û pê ve biçe Îmraliyê dê ji Bûldan, Balûken û wî pêk were, lê belê timî kesekê were guhertin.
Onder anî ziman ku mijara girtiyên nexweş beşa herî girîng a hevdîtinan bû û got, "Ji ber pirsgirêka girtiyên nexweş, nerazî bû. Xwest ku ev pirsgirêk were çareserkirin."
'KIYÊ BIKEVE, KIYÊ BIMÎNE NE DIYAR E!'
Onder ragihand ku Ocalan gotiye, "pêvajo dewam dike, lê belê li ser pira siratê ye" û hişyarî daye ku pêvajo xwedî rîskan û ev gotinên Ocalan ragihand: "Ji bo meşandina vê, em vîneke gelekî mezin nîşan didin. Ez hînê li pişt danezana Newrozê me lê eger divê şibandinek were kirin; em li ser pira siratê dimeşin. Em bi tena serê xwe jî bimînin, biryardar in ku vê bimeşînin. Lê belê ji ber ku ya li binê me pira siratê ye, ne diyare ka kiyê bikeve, kiyê bimîne."
Onder anî ziman ku di hevdîtinê de nêzîkatiya hikûmetê ya li "pêvajoya çareseriyê" hatiye rexnekirin û got, "Nêzîkatiya hikûmetê gelekî kêm dibîne. Sedema vê kêmasiyê jî weke tinebûna bingehekê dibîne."
'DIVÊ SPARTEYEK QANÛNÎ BÊ AFIRANDIN, DERFETÊN RAGIHYANDINÊ WERIN BERFIREHKIRIN'
Onder da xuyakirin ku Ocalan bi taybetî girîngiyê dide mijara sparteya qanûnî û anî ziman ku Ocalan gotiye, "Niha hûn, em, yên vekişiyane, her kes, dewlet jî di nav de her kes li gorî mewzûata heyî gunehan dikin."
Onder ragihand ku Ocalan aniye ziman ku du kêmasiyên girîng ên pêvajoyê hene û got: "Ya yekemîn; Xwedî bingeh û sparteyeke qanûnî nîne. Ocalan dibêje, 'Taliyê ev mirov çûn, gelo çawa çû ewê bi wî rengî vegerin. Divê ev vegerin û siyasetê bikin.' Û destnîşan dike ku sparteyeke qanûnî ji bo pêvajoyê, neçariyeke."
Onder kêmasiya duyemîn a ji aliyê Ocalan de hat destnîşankirin wiha rave kir: "Dixwaze êdî derfetên wî yên ragihandinê bên berfirehkirin, hêzên demokrasiyê bi awayekî li pêvajoyê were zêdekirin. Ji ber nebûna sererastirineke bi vî rengî, vê weke kêmasiya duyemîn a girîng dibîne. Çapemeniya derve û hundir, endamên her partiyên siyasî yên di Komîsyona Çareseriyê ya li Meclîsê, heyetek ji Mirovên Aqilmend, zanyar, siyasetmedar jimart û dibêje, 'Divê ez karibim bi van re hevdîtinê bikim, ku bendewariyên ji muzakereyan bicih bînim an jî karibim karê xwe bikim."
'HIKÛMET NIKARE RAST BIXWÎNE, SEROKWEZÎR JÎ TÊ ŞAŞWAZKIRIN'
Onder diyar kir ku Ocalan di dema hevdîtinê de rexne li hikûmeta AKP'ê kir û anî ziman ku bûyerên navxweyî û herêmî nikare rast bixwîne û gotiye, "Birêz Ocalan hikûmetê rexne dike ku bûyer û pêşketinên navxweyî û herêmî nikare rast bixwîne, nikare rast analîz bike. Anî ziman, ku hemû şêwirmened, musteşarên wî bên gel hev nikarin nirxandineke rast û çêker bikin, nikarin baş pêvajoya herêmî û welêt bixwînin. Heyetê, heyeta pê re hevdîtinê dike ji vê cuda dibîne. Lê di wê baweriyê de ye ku navgîna dewletê ya derveyî vê heyetê nikare herêm û welat rast bixwîne. Lewma di wê baweriyê de ye ku Serokwezîr jî şaşwaz dikin."
Onder da xuyakirin ku Ocalan diyar kiriye ku ji ber hikûmetê pêşketinên hundir û herêmê baş nexwendiye dest bi lêkirina Dîwarê Şermê kiriye û gotiye, "Eger rast bixwendibûna, di şûna lêkirina dîwar an danîna sînorê nû de wê li rê û rêbazên rakirina sînorê heyî bigeriya. Dê di vî warî de seferber bibûna, rizgariya wan jî bi vî vrengî ye."
Sirri Sureyya Onder ragihand ku Ocalan di mijara hilbijartinên herêmî de jî li ser bingeha siyaseta demokratîk nirxandin kiriye û ev gotinên Ocalan anî ziman: "Mijara Hevserokatiyê jî, emê hînî vî welatî bikin. Dê ev welat hîn bibe, divê hîn bibe ku ev eyk ji bo wekheviya jin û mêr, ji bo çareseriya pirsgirêkê çiqasî girîng e. Kotaya jinê bi vî halê xwe, di vê astê de feraseteke paşdemayî ye. Em wekheviya tam, bi hevserokatiyê re wekheviya tam pêk tînin."
'ÇARÇOVEYA KURKÇU GELEKÎ RAST E'
Onder diyar kiriye ku Ocalan ji Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu re hêviya xwe ya başbûnê aniye ziman û got, "Birêz Ocalan çarçoveya Hevserokê me Kurkuçu di kongreyê de destnîşan kir, gelekî rast dît. Silavên xwe ji hemû pêkhateyan re şand. Got, 'Ev gava destpêkê ye, divê vê veguherînin bezekê."
Ocalan ji ber wefata Merîh Pîrhasan hevsera Vedat Turkalî jê re sersaxî xwest û got, "Ji Vedat Turkalî re temenekî dirêj, xwedî tenduristiyeke baş xwest û silavên xwe yê taybet jê re şand."
Heyeta BDP û HDP'ê ya ji Bûldan, Balûken û Onder, piştî hevdîtina bi wezîran, wê biçe Qendîlê û bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê pêk bîne.